55 girtî ji girtîgeha Elaya ya Qamişlo reviyan
55 girtî ji girtîgeha Elaya ya Qamişlo reviyan
55 girtî ji girtîgeha Elaya ya Qamişlo reviyan
Ji girtîgeha Elaya ya bajarê Qamişlo 55 girtî, bi alîkariya 7 leşkerên ku parazvaniya girtîgehê dikin, reviyan.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, şevêdin bi alîkariya 7 leşkeran 55 girtiyan çekên çend leşkeran jî girtin ba xwe û reviyan. Dema girtî reviyan, nobedarên li dora girtîgehê bi wan hesiyan û gule reşandin. Li ser vê yekê jî girtiyên ku çekên leşkeran bixwe re biribûn jî bersiv dan. Hate hînbûn ku di encama gulebaranê di ji girtiyên reviyane birîndar çêbûne.
Piştî bûyerê, hêzên ewlehiyê yên siyasî û edlî hatin girtîgehê.
Hate zanîn ku girtiyên reviyane, demek beriya niha, ji bo ku birevin bi çend leşkeran re li hev kirine. Li gorî peyamana girtî û leşkeran, ger ku di encama efûya ku Beşar Esad derxistiye de, girtî neyên berdan, wê plana xwe pêk bînin.