5’mîn Kongreya Yekîtiya Star destpê kir

5’mîn Kongreya Yekîtiya Star destpê kir

Li bajaroka Rimêlan ya Girkê Legê duh kongreya 5’emîn ya rêxistina jina Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star bi tevlîbûna 350 delege û mêvanên ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, Ewropa  û Libnanê destpê kir.

Kongre li Navenda Çand û Hunera Rimêlan, bi beşdariya 350 delege û mêvanên  ji hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, Ewropa û Libnanê. Her wiha mêvanên ji Însyatîfa Jina Sûriyeyê, Şaxa jinan ya PYD’ê, Tevgera Kurdistana Sûriye, Partiya Yekîtiya Suryaniyan, Komeleya Rewşenbîrî ya Suryaniyan, Partiya Çep, Komîteya jinên ciwan a Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komîteya Têkliyan aTEV-DEM’ê, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û hin jinên serbixwe jî di kongirê de beşdarbûn.

Kongra bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama kordînesyona Yekîtiya Star Henîfe Hisên axaftina destpêkirinê kir û Kongre li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, hemû cangoriyên azadiyê û hemû jinên berxwedêr pîroz kir. Hisên bal kişand ser geşedanên li Rojavayê Kuristanê û Sûriyeyê û diyar kir ku, jinan di destpêka şoreşa Sûriyeyê de cihê xwe di nava tekoşînê de girtiye û di nava meş, çalakiyên siyasî û hemû beşên din yên xebatê bi rengê xwe cihê xwe girtiye.

Hisên destnîşan kir ku, “Jin nîvê civakê ye, ew civak bi xwe ye û ji neha û pêve dê jin çarenûsa xwe ya di jiyanê de diyar bike û biryara mafên xwe yên azadiyê nîşan bike.”

Dîwana rêvebirinê ya kongreyê ji 5 endaman hate hilbijartin. Kongre bi axaftinên Endama Komeleya Rewşenbîr ya Suryaniyan Nedîra Goriya, Endama Partiya Yekîtiya Suryaniyan Şamîran Şemûn, Endama Însyatîfa Jina Sûriyeyê Sîham Dawûd, Endama Desteya Bilind Îlham Ehmed, Hevseroka PYD’ê Asya Ebdula, Endama Tevgera Kurdistana Suriyê Menal Ebdê, Endama Komîteya Têkiliyan a TEV-DEM’ê Xedîca domkir.