5 kes li Îdirê hatin girtin

5 kes li Îdirê hatin girtin

7 kesên li Îdirê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 2 kes ji aliyê dadgehê ve hatin berdan, 5 kes jî bi hinceta, “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Beriya niha bi 4 rojan polîsan li navend û Taxa Ozgur a Îdir girtin ser malan. Di serdegirtinan de 7 kesên hatin binçavkirin, piştî jêpirsîna li emniyetê sewqî Dozgeriya Îdirê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê ku 7 kesên hatibûn binçavkirin sewqî dadgehê kir, Savaş Ozcan û Volkan Demîr hatin berdan,  Hasan Koçuk, Mîzgîn Sevînç, Serkan Çakmak, Yavuz Çakmak û Îlyas Sîpan Saysal bi sedema “endamtiya rêxistinê” û “Zerardayîna malê gelemperiyê” hatin girtin ew şandin Girtîgeha Sergirtî ya Îdir.