Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

5 çalakvanên nobetê hatin binçavkirin

5 çalakvanên nobetê hatin binçavkirin

Leşkerên çûn gundê Dewşan ê navçeya Pirsûsê 5 çalakvanên nobetê binçav kirin. Leşkeran parlamenterên HDP’yî jî bi gotina, “Heya saetekê vir vala bikin nexa em ê mudaxele bikin” tehdît kirin.

5 kesên bi rojane nobeta berxwedanê li gundê Dewşen a li nuqteya dawî ya sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê nobetê digirin hatin binçavkirin.

Leşkerên bi 4 otobusên sivîl çûn xeta sînor 5 kesên li sînor nobet digirin derb kirin û binçav kirin. Parlamenterên HDP’ê Îbrahîm Ayhan û Aysel Tugluk ên bi rayadarên leşkerên kesên di nobeta berxwedanê de binçav kirin re hevdîtin çekirin bi gotina “Ger heya saeteke din hûn li vir bimînin em ê we hemûyan belav bikin” hatin tehdîtkirin.