‘40 welatiyên Kurd di destê Lîwa El-Tewhîd de ne’
‘40 welatiyên Kurd di destê Lîwa El-Tewhîd de ne’
‘40 welatiyên Kurd di destê Lîwa El-Tewhîd de ne’
Du welatiyên Kurd ku ji hêla koma çekdar a bi navê Lîwa El-Tewhîd ve hatibûn revandin, diyar kirin ku nêzî 40 welatiyên Kurd hîn di destê heman komê de ne û rastî işkenceyan tên.
Welatiyên Kurd Mesûd Qoco yê 27 salî û Şiyar Horo yê 17 salî ku herdu jî ji gundê Kotana navçeya Bilbila Efrînê ne, dema dixwestin ji Efrînê biçin Lubnanê li herêma Hirêtanê ji aliyê çekdarên Lîwa El-Tewhîd ve hatin revandin. Herdû welatî ku piştî 4 rojan hatin berdan serî li navenda Asayişa Efrînê dan û diyar kirin îşkence li wan hatiye kirin.
Welatiyan her wiha diyar kir ku, zêdeyî 40 welatiyên Kurd ji aliyê vê komê ve hatine revandin û hîna jî girtî ne. Welatiyan gotin ku 2 kesên ji gundê Kîmarê jî di encama lêdan û işkenceyê de ji ser hişê xwe çûne û ew rakirine nexwşxaneyê.
Şiyar Horo diyar kir ku, xwediyê otobusê jî bi çekdaran re hevkariyê dike, gelek welatî li heman cihî ji heman otobusê hatine revandin û fermandarê koma çekdar jî liber çavên wan pere dane xwediyê otobudsê.