4 topên hewanan li gundê Dewşen ê Pirsûsê ketin
4 topên hewanan li gundê Dewşen ê Pirsûsê ketin
4 topên hewanan li gundê Dewşen ê Pirsûsê ketin
4 topên hewanan ên çeteyên DAIŞ avêtin, li gundê Dewşen ê Pirsûsê ketin. Hewan li qadên vala teqiyan.
Li Kobanê a hatiye dorpêçkirin ku berxwedan didome, çeteyên DAIŞ hewanan diavêjin gundên Pirsûs ên çalakiya nobetê lê tên girtin.
Çeteyên DAIŞ 4 topên hewanê avêtin gundê Dewşen ê li rojhilatê Pirsûsê ku bi rojane çalakiya nobetê lê tê lidarxistin. Çete bi taybet topan diavêjin nuqteyên ku nobet lê tên girtin.
Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim a li herêmê ye got ku topên hewanan bi zanebûn tên avêtin û got,” “Hin kes van koordîneyan didin wan. An na nikarin li hedefan bidin. Tirkiye ji vê berpirsiyar e.”