30 girtî rastî mehek cezayê ragihandinê hatin
30 girtî rastî mehek cezayê ragihandinê hatin
30 girtî rastî mehek cezayê ragihandinê hatin
Îdareya Girtîgeha Tîpa F a Wanê, li 30 girtiyan bi îdiaya demek berê li deriyan xistine û çalakiya şermezarkirinê pêk anîne, mehek cezayê ragihandinê da.
30 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimînin, 2 meh berê ji bo pêkanînên li girtîgehê şermezar bikin çalakî pêk anîn. Reveriya girtîgehê, bi îdiaya li deriyên kawuşan xistine û pêkanînên li girtîgehê şermezarkirine, mehek cezayê ragihandinê birî. Girtiyên ceza girtin, diyar kirin ku ew meheke rastî cezayê qedexekirina telefon û nameyan hatine.
Ji bo pêkanînên li girtîgehê şermezar bikin, 24 girtiyên ji doza PKK'ê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin. Piştî parlamenterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer û rêxistinên sivîl ketibûn dewrê, girtiyan di roja 19'emîn de çalakiya xwe bi dawî kiribûn.