3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan, bi dehan çekdar hatin kuştin

3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan, bi dehan çekdar hatin kuştin

Di pevçûnên li gundê Meeriskê ya navçeya Şera ya Efrînê de ku du roj in di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çekdar de didomin, di encamê de hejmarek ji çekdaran hatin kuştin û erebeyeke doşke li ser hate şewitandin. Her wiha 3 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyekî nêzî YPG’ê ragihand ku pevçûn heta niha li derdora gundê Meeriskê ya navçeya Şera ya Efrînê hîn didomin, her wiha di encamên pevçûnan de bi dehan çekdar hatin kuştin û hejmarekî din jî birîndar bûn, malek jî ku çekdarên Tugaya Elfursan ya girêdayî Artêşa Azad bikardianîn hate şewitandin. Her wiha erebeyeke doşka li ser hate şewitandin, komên çekdar bi doşka gundên nêzî vir gulebaran kirin, di encamê de welatiya bi navê Yesmîn Hiso (25) ji şêniyên gundê Qitmê bi giranî birîndar bû û ji ber vê zarokê 6 mehî di zikê wê de ji ber çû, her wiha ji bo derman kirina wê veguhastin nexweşxaneya Avrîn.

Çavkanî diyar kir ku li aliyê din 3 şervanên YPG’ê di pevçûnên duh de jiyana xwe ji dest dan û heta niha ti agahî di derbarê nasnameya wan de bi dest neketine.

Hat ragihandin, ku pevçûnên duh li aliyê rojavayî gundê Meeriskê rû didan û piştî çend saetan YPG’ê çekdar neçar hiştin ku ji gund derbikevin û niha li gundê Elmezrea ya girêdayî Ezazê bi cih bûne, her wiha pevçûn li derdora gundê Elmezrea hîn didomin.

Li aliyê din diyar bû welatiyên gund berxwedaneke bê hempa li rex YPG’ê kirin.