3 hezar xwendekar dest bi perwerdeya Kurdî kirin

3 hezar xwendekar dest bi perwerdeya Kurdî kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê perwerdeya dibistanan a salên 2014-2015 destpê kir. Perwerdeya îsal bi beşdariya 3 hezar xwendekaran destpê kir.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) perwerdeya dibistanan, îro (28’ê Îlonê) bi merasîmekê destpê kir. Li Mexmûrê ji perwerdeya ji dibistanên seretayî heta amadeyi perwerdeya bi Kurdî tê dayin.

Xwendekarên dibistanên seretayî yên Şehîd Mehmet Karasûngûr, Mehmet Nûrî Dêrsimî, Salih Kandal û Mehmet Kurt, Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan û Dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn, îro bi sîrûda neteweyî Ey Reqîb dest bi perwerdeya salên 2014-2015’ê kirin.

Hêjayê gotinê ye ku derdora 10 hezar Kurdên ji Bakurê Kurdistanê, di salên 1990’ê de ji ber kiryarên dewleta Tirk koçberî Bakurê  Kurdistanê bûne û niha li navçeya  Mexmûr a Hewlêrê dijîn. Li vê derê perwerdeya Kurdî bi tîpên Latînî ji dibistanên seretayi heta amadeyî perwerde tê dayin. Li wargehê 4 dibistanên seretayî, dibistanek navîn û dibistaneke amadeyi heye.