27'ê Mijdarê li Tambovê hat pîrozkirin

27'ê Mijdarê li Tambovê hat pîrozkirin

35. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Tambov ê Rûsyayê bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li bajarê Tambov ê Rûsyayê ku piraniya Kurdên li wê derê dijîn ji ola Êzidiye, bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahiya ku li hola Dostanî ya Mala Gelan pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre li ser dîroka PKK'ê slaytek hat nîşandan.

Piştî slaytê yek endamê KNK’e û Komîteya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cemal Şamoyev axaftinek kir. Şamoyev di axaftina xwe de got, “Li vir destpêkê em 27’ê Mijdarê li Rêber Apo,   gelê me yên leheng ê di rêya wî de dimeşe pîroz dikin. Eger em îro ji bo Rojava qala hinek destketiyên Kurdan dikin, ev yek bi saya PKK û xebata bi salan a vê şoreşê ye. Divê her kes vê yekê baş bizanibe."

Li dû axaftinan hunermend û komên folklorê derketin ser dikê û reng dan şevê.

Şahî bi stranên Koma Çarnewa bi dîlan û sloganan bi dawî bû.