27'ê Mijdarê li gelek navendan bi girseyî hat pîrozkirin

27'ê Mijdarê li gelek navendan bi girseyî hat pîrozkirin

35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li gelek bajar, navçe û gundan bi şahî û marasimên girseyî hat pîrozkirin. Li Îdirê Parlamentera BDP'ê ya Îdirê û Serokwekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku divê bi lezgîn pêvajoya muzakereyên kur û bi wate bên destpêkirin û wiha got: "Divê zemîna zagonî bê avakirin. Ji bo kesên li çiyê bên tev li civakê û siyasetê bibin û siyasetê bikin divê zagon bên rastkirin."

ÎDIR
Rêxistina BDP'ê ya Bajaroka Halfeliyê ya Îdirê bi boneya 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz bike, şahiyek pêk anî. Di şahiyêde Parlamentera BDP'ê ya Îdirê û Serokwekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan, endam û rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û wekîlên şaredar, endamên meclisa bajar ên Îdir û navçeyên wê jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Li qada pîrozbahiyê alên BDP'ê û rengên kesk, sor û zer hatin vekirin û pankartên "Ji Rêber Apo yê PKK ava kir re hezar silav", "Eger em nebin yek, emê herin yek bi yek" û "Em dê xwe û bajarê xwe bi xwe birêve bibin." hatin vekirin. Li qadê dîsa posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û alên PKK'e hatin vekirin.

Di pîrozbahiyê de Îdirê Parlamentera BDP'ê ya Îdirê û Serokwekîla Koma BDP'ê Pervin Buldan, diyar kir ku divê bi lezgîn pêvajoya muzakereyên kur û bi wate bên destpêkirin û wiha got: "Divê zemîna zagonî bê avakirin. Ji bo kesên li çiyê bên tev li civakê û siyasetê bibin û siyasetê bikin divê zagon bên rastkirin."
Buldan, xwest berî her tiştî girtiyên siyasî û nexweş serbest bên berdan û bi Ocalan re muzakereyên kûr û watedar bêndestpêkirin û lazime mafê ziman, çand û nasnameya kurdan bê dayîn. Buldan, xwest ji bo muzakereyan şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bê başkirin. Pîrozbahiyê hata derengê şevê berdewam kir.

LI STENBOLÊ JÎ CIWANAN ŞAHÎ PÊK ANÎ

Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Navçeya Fatihê ya Stenbolê jî bi heman armancê 35'emîn salvegera avakirina PKK'ê pîroz kir. Ciwanan li taxa Nişanca ya Fatîhê şahi pêk anîn û salvegera PKK'ê pîroz kirin. Li vir jî heman reng, dîmen û silogan hatin dîtin. Şahî bi govendê bi dawî bû.

LI GUNDÊ LETERÊ YÊ MÛŞÊ JÎ PÎROZBAHIYA VEJÎNÊ

Li Gundê Leterê yê Mûşê jî bi heman armancê avakirina PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê bi govend û muzîkê berdewam kir.

GEVERÊ
Li Taxa Ormanê ya Geverê jî bi heman armancê 35'emîn salvegera PKK'ê bi girseyî hat pîrozkirin. Endamên YDG-H'ê û gelek ciwanan bi sirûda "Çerxa Şoreşê"ê pîrozbahî pêk anin.

LI ŞIRNEXÊ JÎ ŞAHÎ PÊK HAT

Li Taxa Bahçelievlerê ya Şirnexê jî salvegera PKK'ê bi şahiyekê hat pîrozkirin. li vir jî Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin û siloganên "Bijî serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" hat berzkirin.
Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

Li Navçeya Hezexê û Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Li taxa Yenî ya Hezexê bi tevlêbûna setan welatî pîrozbahî pêk hat. Li Bajaroka Giremira ya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi tevlêbûna sedan kesan pîrozbahî hat lidarxistin