27’ê Mijdarê li Azingê hat pîrozkirin

27’ê Mijdarê li Azingê hat pîrozkirin

35. salvegera 27’ê Mijdarê ku roja damezrandina PKK’ê ye li Rûsyayê bajarokê Azingê yê bajarê Saratovê bi tevlêbûnek girseyî hat pîrozkirin. 

Kurdistaniyên li bajarokê Azingê û gundê derdora wê dijîn, ji bo 35. Salvegera 27’ê Mijdarê ku roja damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê pîrozbikin di şahiyekê de hatin cem hev. Di şahiya ku li salona çand û huner ya gundê Nipraxê hat lidarxistin de ji gund û navçeyen derdor gelek Kurdistanî başdar bûn. Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku jiyana xwe di tekoşîna azadiyê ya gelê kurd de ji dest dane destpê kir. 

Piştî rêzgirtinê ji berpirsê Mala Kurdan Xalid Abdiyva li ser wate û girîngiya rojê ji Kurdistaniyan re axaftinek kir. Abdiyva di axaftina xwe de bal kişand ser vejîna PKK’ê û got: “PKK û rêberê wê Serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tunebûnê hebûn ava kir. Bi dîrok û qahremantiya xwe ve PKK’ê ji her kurdî rêz girtiye. Em vê roja ku ji bo Kurdan pir bi wate ye li Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû hevalên wî yê tekoşînê pîroz dikin.”

Di berdewama axaftina xwe de Abdiyva li ser navê Kurdê Seratov û Azingê şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî silav kir û got: “îro Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dijîn xewnê xwe pêktînin. Em dixwazin ew birayên me bizanibin ku em jî vê xewna wan bi wan re dijîn. Li ser vê bingehê ez li ser navê Kurdên Saratov û Azingê şoreşa Rojava silav dikim.”

Piştî axaftinê şahî bi sitranê koma Lorîn, hunermend Ahmet Yosibov, Zozan Ahmedova û koma govendê ya Bêrîtan heta derengiya şevê berdewam kir.