250 malbatên koçber li kampa Mazlum a Efrînê bi cîh bûn

250 malbatên koçber li kampa Mazlum a Efrînê bi cîh bûn

250 malbetên ku ji Şêxmeqsud û Eşrefiyê koçber bûne li Kampa Şehîd Mazlûm a Kefir Cenê yê li ser riya Efrîn û Helebê ye, hatin bicîhkirin.

Komîteya Koçberan a Efrînê 250 malbatên koçber li Kampa Şehîd Mazlum bicîh kirin. Komîteyê ji bo hatin û çûna penaberan a ji kampê heta bajêr ku 13 kîlometreyan dûrî Efrînê ye jî, wesayîtek eyar kir. Ji parastina kampê jî komek ciwanan hatine peywîrdarkirin. Piştî ku penaber li vir bicîh bûn, pirsgirêkên wan ên jiyanî jî têne çareserkirin.

Welatiya bi navê Suad Mihemed Hecî ku temenê wî ji 80 borî ye, got: "Bêtirî 47 salan e li bajarê Helebê jiyan dikim. Ji ber bombebarana rêjîma Baas me mala xwe terk kir û em hatin vir. Ez bi hêvî me aramî vegere bajarê Helebê ji bo ku em jî vegerin malên xwe."

Welatiyê bi navê Ehmed Îsa jî pîşeya xwe li vir didomîne û bêpere porê welatiyan û zarokan jê dike.

Tevî ku aramî li kompê heye ku koçber di nav daran de bêhna buharê dikişînin jî lê tunebûna ceryanê û dûrbûna ava vexwarinê dibe pirsgirêk.