20 endamên komên çekdar hatin kuştin

20 endamên komên çekdar hatin kuştin

Çavkaniyên Yekîneyên Parstina gel (YPG) diyar kirin ku di pevçûnên duh ku di navbera yekîneyên wan û komên çekdar li gundên Başemra û Gundê Mezin yê navçeya Şêrawa ya Efrînê de rû dan de, 20 endamên Komên çekdar hatin kuştin.

Çavkaniyên Yekîneyên Parstina Gel (YPG) diyar kirin ku duh di seatên nîvê şevê de Komên çekdar carek din êrîşî gundê Başemra yê nvçeya Şêrawaya Efrînê kirin û di navbera wan û yekîneyên YPG'ê de şer derket û di encamê de 7 endamên komên çekdar hatin kuştin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku li gundê Başemra û Gundê Mezin şer roja sêşemê destpê kiriye û hîna jî dewam dike, di pevçûnên roja sêşemê de herî kêm 20 endamên Komên çekdar htine kuştin, termê 5 kuştiyan di destê yekîneyên YPG'ê de ye.