20 çekdarên DAIŞ û rejîmê hatin kuştin
20 çekdarên DAIŞ û rejîmê hatin kuştin
20 çekdarên DAIŞ û rejîmê hatin kuştin
Komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) riya di navbera Bajarokê Selemiyê ya Hema û Xenasir a Helebê ku hêzên Rêjîmê ji bo ketina Helebê bikar tanîn xistin dest.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li herêma derdora balafirgeha Koyêris a Leşkerî ya Helebê di navbera hêzên Rêjîmê û komên çekdar ên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar derketin. Hate gtin ku komên DAIŞ'ê yên li Mişte Kenedî ya li herêmê welatiyan gundên Iwêce û kampa Hindirat û herêmên li derdor asteng dikin û rê nadin wan ku ji malên xwe derkevin. Hate hînbûn ku piştî pevçûnên dijwar hêzên Rêjîmê riya di navbera bajaroka Selemiyê ya Hema û bajaroka Xenasir a Helebê ku hêzên rêjîmê wek riya ketin û derketina Helebê bi kar tanî xist dest. Her wiha ber bi gundên Helebê ve pêşketin.
Hate ragîhandin ku li derdora balafirgeha Koyres a Leşkerî ya Helebê di navber hêzên rêjîmê û endamên DAIŞ'ê de pevçûn derketin. Hate gotin ku di van pevçûnan de 20 çekdar ji herdû aliyan hatin kuştin.
Li aliyê din balafirên rêjîmê herêmên gundên rojavayê Helebê bombebaran kir û di encamê de agir li gelek kargehên herêma Şêxnecar a sînaî ket û bû sedema ziyana madî ya mezin.