2 Rojavayiyên di êrîşên DAIŞ'ê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
2 Rojavayiyên di êrîşên DAIŞ'ê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
2 Rojavayiyên di êrîşên DAIŞ'ê de birîndar bûn jiyana xwe ji dest dan
Welatiyên bi navê Orhan Cîlîhan (25) û Osman Mûstafa (24) yên di şerê li Kobanê de birîndar bûn û ji bo dermankirinê rakirin Rihayê, li nexweşxaneye jiyana xwe ji dest dan.
Orhan Cîlîhan (25) ê li Kobanê di êrîşa êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û di 20'ê Îlonê de rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê û Osman Mûstafa (24) yê di pevçûnên duh de birîndar bû, jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber ku malbata Cîlîhan nayê dîtin cenaze li Morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan tê ragirtin, cenazeyê Mûstafa jî ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.
Her wiha di şerê ku şevê din qewimî de Muhammed Alî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê. Tê gotin ku rewşa Muhammed baş e. Hate hînbûn ku zarokê 10 salî Şiyar Ahmed ê ku di encama teqîna bombeyê de bi giranî birîndar bubû û Ridwan Îzîdîn (24) ku li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngehê Herranê tên dermankirin hê jî rewşa wan xeter e.