2 kes li Erziromê hatin girtin

2 kes li Erziromê hatin girtin

Li Erziromê 2 kes hatin binçavkirin. Ji 8 kesên di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 2 kes hatin girtin.

Li Erziromê duh danê sibehê tîmên taybet ku girtin ser malan piraniya wan xwendekar 8 kes binçavkirin. Ji kesên binçavkirî 4 kes duh sewqî dadgehê hatibûn kirin û ji wan 3 kes hatibûn girtin, kesek jî bi şertê serbestiya bi kontrol hatibû berdan.

Piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Erziromê Firat Aydin, Erkan Karayel, Orhan Gunduz û Şemsettîn Gulmez jî anîn Edliyeya Erziromê. Ji 4 kesên bi sedema  9’ê Hezîrana 2013’an li Taxa Mahallebaşi tevlî çalakiyên ji bo Licê bûne, ji aliyê dozger ve hatin lêpirsînkirin Erkan Karayel hat berdan. Her sê kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê Şemsettîn Gulmez hat berdan, Aydin û Gunduz jî hatin girtin.

Her du kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.