2 hezar kes ji CHP’ê derbazî BDP’ê bûn

2 hezar kes ji CHP’ê derbazî BDP’ê bûn

Li navçeya Başkale a Wanê Serokê Rêxistina Navçê yê CHP’ê Namet Parlak, rêveberiya partiyê û ji 5 gundan 2 hezar kes bi merasîmekî ku pêk anîn derbazî BDP’ê bûn. Parlak ku di merasîmê de axivî wiha got: “Çareseriya demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye û pêvajoya yeketiya navnetewî û avakirina xweseriya demokratîk bi tevlîbûna wê ya îro ji bo me serbilindiye.”

Li navçeya Başkala Wanê di bin Serokê Navçeyê yê CHP’ê Namet Parlak û rêveberiya wî, gundên Kirvaniş, Atêş, Erci, Darica, Çaldiran û dibin rêveberiya Haci Namet Ozer bi giştî 2 hezar kes bi merasîmekî ku li salona şaredariyê a konferansa tevlî BDP’ê bûn. Ji malbatên mezin yên Geverê Serokê berê yê şaredariya DYP’ê Alî Îhsan Zeydan, Abdullah Zeydan û Rojhat Zeydan ku weke mêvan beşdarî merasîmê bûyîn, Parlementêrê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, endamê PM yê BDP’ê Ramazan Yildiz, Hevserokê BDP’ê yê Bajarê Wanê Musa Îtah, Serokê BDP’ê yê navçeya Başkalê Senar Yeşilirmak, Serokê HDP’ê yê navçê Derviş Polat, Hevserokê Şaredariya Başkalê Eylem Açikalin, rêveberên MEYADER, KURDÎ-DER, BDP, HDP’ê û gelek welatî tevlî bûn.

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir CHP’yî yên ku ji partiya xwe bi merasîmekê îstifa kirin û derbazî BDP’ê bûn, Serokê Navçê yê CHP’ê Parlak û rêveberên wan rozeta BDP’ê Ozdal Uçer bi wanve kir. Namet Parlak ku di merasîmê de axivî wiha got: “Çareseriya demokratîk ya ku Rêber Apo li gel pêvajoya yeketiya netewî û avakirina xweseriya demokratîk ku daye destpê kirin îro beşdarbûna wê ji bo me serbilindiye. Her çendî di pratîkê de dinava partiyê de me cih negirtibe jî, rêxistina ku em bi bil û can pêrene û gelê Kurd ji vê saetê şûnda qasî ku ji destê me tê emê hewil bidîn ku xebat bikîn.”

Serokê BDP’ê yê Navçê Senar Yeşilirmak jî wiha got: “Em heyeta ku tevlî partiya me bûn ji dil û can pîroz dikîn. Ji vê saetê şûnda êdî tenê pêwistiya me bi yeketî û wekheviyê heye. Hevalên ku hatine, hatine mala xwe. Partiya me mala hemû gelê Kurde.” Ozdal Uçer jî rêxistinên navçê yên CHP’ê ku tevlî partiya wan bûne diyar kir ku ew ji dil keyfxweş kirine û wiha got: “Her çendî gavekî ku direng jî hatibe avêtin be jî lê em hêhî dikîn ku ev tevlîbûn li Herêma Kurdistanê kurdên ku dinava partiyên sîstemê de cih digirin bibe riya vegerîna wan ya nav rêxistinên wan. Yeketî û bihevrabûna me û hêza me ya rêxistinbûnê çiqasî berfireh bibe emê ew çend nêzî aştiyê bibîn.”

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.