2 cenazeyên gerîlayên HPG'ê hat wergirtin

2 cenazeyên gerîlayên HPG'ê hat wergirtin

 Welatiyên piştî agahiya li Çiyayê Çiravê yê herêma Dihê ya Sêrtê 5 cenazeyên gerîlayên HPG'ê hene çûn heremê gihiştin 2 cenazeyên gerîlayên HPG'e. Piştî nasnameya wan hatin hînbûn malbatan cenaze wergirtin û ber bi Şirnex û Sêrtê ve derketin rê.

Piştî serlêdana Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê girseya di nav de Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, rêveberên ÎHD û BDP'ê, Endama Meclîsa BDP'ê Saadet Becerîklî, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Şaredarê Dihê Melîh Oktay, Dayîkên Aştiyê, NÇM, TUHADDER, MEYADER û bi sedan welatî ji bo 5 cenazeyên li Çiyayê Çiravê peyda bikin ber bi herêmê ve çûn. Welatiyên bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK'ê û sloganên "Şehîd namirin" û "PKK gele gel li vir e" ber bi Çiyayê Çirav ve meşiyan cenaze peyda kirin û piştî 4 saet şunda anîn Zozana Gerê.

Piştî rêzgirtinê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Vetha Aydin, diyar kir ku gundî û şivanan serî li wan da û pişt re li Çiyayê Çirav lêkolîn kirin û 2 cenazeyên gerîlayên HPG'ê peyda kirin. Aydin, anî ziman ku cenazeyên peyda kirin di pevçûna cotmeha sala 2012'an de jiyana xwe ji dest dan in. Aydin, da zanîn ku di wê pevçûnê de hatibû îdîakirin ku 3 jin, 2 zilam 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da bûn. Aydin, bilêv kir ku piştî lêkolînên li Çiravê kirin hînbûn ku cenazeyek ayîdî Mahmut Tadik (Serhat Botan) ê ku ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê û yek jî Sadik Oktay (Rizgar) ê ku ji navçeya Dihê ye Sêrtê ye. Piştî axaftinan cenazeyên gerîlayên HPG'ê Mahmut Tadik (Serhat Botan) û Sadik Oktay (Rizgar) ji aliyê girseyê ve hatin hilgirtin û bi meşê anîn gundê Torik Memîra û li ambulansê siwar kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mahmut Tadik (Serhat Botan) bi konvoyekî qelebalik ber bi Cizîrê ve derxistin rê lê pişt re bi fermana dozgeriyê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Cenazeyê Endamê HPG'ê Sadik Oktay (Rizgar) jî ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.

Hate hînbûn ku piştî bûyer hate bihîstin hemû esnafên Dihê dikanên xwe girtin û dema cenazeyê Endamê HPG'ê Sadik Oktayi (Rizgar) derbas bû welatiyan bi nîşaneyên serkeftinê pêşwazî kirin.