18 sal şûnda li warê xwe hat definkirin

18 sal şûnda li warê xwe hat definkirin

Hestiyên Mehmet Emîn Aslan ê di sala 1995'an de hat windakirin û di kolandina li navçeya Kerboran a Mêrdînê hatin dîtin 18 sal şûnde li warê wî hatin definkirin.

Hestiyên di kolandina li gundê Tîrvan ê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 24'ê sibata 2013'an bi fermana Serdozgerê Komarê yê Amedê hatin dîtin bi rapora Saziya Tipa Edlî aydî Mehmet Emîn Aslan in zelal bû. Malbata Aslan piştî 18 salan gihiştin hestiyên zarokê xwe û li benda hestiyên zarokê xwe bûn. Lê ji ber ku ji hestiyan dibe yek ayîdî Seyhan Dogan ango Abdurrahman Coşkun ên bi M.Emîn Aslan re hatin winakirin be, bi boneya hestiyê kêne bên zelalkirin Saziya Tipa Edlî careke din ji malbatan ji bo testa DNA'yê xwîn ji malbatan xwestibû. Têkildareî mijarê dosyayekî pêvak hate amadekirin û piştî vê yekê hestî teslîm malbata Aslan kirin.

Piştî dosyaya pêvek bi dawî bû Malbata Aslan serê sibê serî li Dozgeriya Komarê ya Kerboranê da û hestiyên zarokê xwe wergirtin. Malbata Aslan a ku hestiyên zarokê xwe wergirtin bi karwanekî mezin çûn Hezexê û li navçeyê bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Esnafên navçeyê ji bo Aslan dikanên xwe girtin û malbat pêşwazî kirin. Karwan piştre meşiyan Goristana Şex Hesen. Di meşê de wêneyên kesên di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin hatin hilgirtin û sloganên "Tolhildan", "Şehîd namirin" û "Bila winda bên dîtin hesap bê pirsîn" hatin berz kirin. Piştî meşê li Mizgefta Toplu Konutan nimêja cenaze hate kirin û girse derbasî goristanê bû. Piştî rêzgirtinê hestiyên Aslan hatin definkirin. Piştre girse careke din dest bi meşê kir û konê şînê yê li taxa Turgut Ozal a ji bo Aslan hat vekirin ziyaret kir.