18 gerîlayên di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

18 gerîlayên di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, 18 gerîlayên di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bi daxuyaniyeke nivîskî 18 gerîlayên di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel got, "Şoreşa têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, pêşketinên kêm caran di dîrokê de hatine dîtin li Rojhilata Navîn û tevahiya herêmê afirandiye û sekna xwe ya însanî, exlaqî û rûmetî bi meşa di şopa şehîdên leheng de veguherandiye sekneke herî heybet" û destnîşan kir ku milîtganiya PKK'ê ev sekna dîrokî, bi sekna xwe ya fedaî ku gav bi gav bi pêş dikeve, derxistiye holê.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku ev nirxên bi hezaran şervanên azadiyê bi canên xwe afirandine her meh bêtir watedar û kûr dibin û got, "Meha Îlonê di dîroka têkoşîna me de ji bo dewamiya pêvajoyên pêngavî bûye pêvajoyên herî bi bandor.

Tevgera me ya ku di dîroka Kurdistanê de ji bo jiyaneke bi rûmet û azad a bi nirxên xwe yên çandî berdêlên gelekî giran daye, bi hezaran lehengên xwe yên azadiyê di vê oxirê de şehîd daye. Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê PKK, di xwedîderketina li vê têkoşînê, gav bi gav pêkanîna azadiyê de, bersiva li bîranîna şehîdên esas girtine û pêşketin afirandine. Ev têkoşîna bi heybet a bi mîlyonan mirov li dorê civiyaye, îro li Rojavayê Kurdistanê derketiye asta herî bilind û bûye sedem ku tevahiya Kurdistan bi ruhê seferberiyê bi berpirsyarî rabe."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel diyar kir ku milîtanên wêrek ên destanên lehengiyê nivîsandin afirînerên rastî yên vê têkoşîna şoreşgerî ne û ev xal destnîşan kir: "Her rêhevalê/a me yên şehîd bi ruhê fedaî yê Apoyî, di rêya serfiraziyê de serketin esas girtine û berxwedan bilind kirine. Em 18 rêhevalên xwe yên di nava meha Îlonê de gihaştin şehadetê bibîr tînin. Rêbaza wan a têkoşînê, sekin û biryardariya wan a şoreşgerî, israra wan a di jiyana azad de, şervaniya wan a di felsefe û jiyana Apoyî de, wê ji bo me rêhevalên wan bibe mînak."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di daxuyaniya xwe de ragihand ku milîtanên ji Bakur heta Rojava, ji Rojava heta Rojhilat xwedî li têkoşîna şoreşê derketine, ji gelek herêmên Kurdistanê beşdarî refên têkoşînê bûne û got, "18 rêhevalên me yên bi hilgirtina têgihiştina rast a berpirsyariya dîrokî bi coşeke mezin li dora têkoşînê civiyane, weke gerîlayên HPG û YJA STAR'ê li her qada têkoşînê li refên herî pêş cihê xwe girtine. 18 rêhevalên me yên bi fikir û ramanên Rêber Apo xwe perwerde kirine û bi pêş xistine, afirandina pêşketina kesayetiya şoreşgerî ya PKK'ê di têkoşîna jiyanê de nîşan dane û ruhê fedekariyê ya rêhevaltiya rastî derxistine holê.

Di salvegera şehadeta wan de em 18 rêhevalên xwe yên di demên girîng ên têkoşîna me de li qadên lê bûn gihaştin şehadetê bibîr tînin, weke gerîlayên HPG û YJA STAR'ê destnîşan kirin, ku bi li gorî berpirsyariya dîrokî ya şehîdên me radestî me kirine em ê tevbigerin û meşa xwe bigihêjînin serketinê."

Nasnameya gerîlayên Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ew bibîr anî, wiha ye:

Aso Çewile bi nasnav Adil Rojhilat, di sala 1991'ê de li Pîranşarê ji dayik bû, di sala 2012'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Davût Toprak bi nasnav Egîd Bagok, di sala 1988'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 2012'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Mûsa Dogrû bi nasnav Egîd Gabar, di sala 1991'ê de li Mûşê ji dayik bû, di 15'ê Îlona 2012'a de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

Ferdî Demîr bi nasnav Ayhan Mûnzûr, di sala 1987'an de li Wanê ji dayik bû, di 5'ê Îlona 2012'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Halîm Bozan bi nasnav Baran Mazlûm, di sala 1992'an de li Kobanê ji dayik bû, di sala 2012'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Gûrbet Arginken bi nasnav Derya Garzan, li Sêrtê ji dayik bû, di sala 2013'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

Mehîn Perevî bi nasnav Evîndar Ûmût, di sala 1988'an de li Ûrmiyê ji dayik bû, di 5'ê Îlona 2014'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Resûl Dûtkanlûyîmîlan bi nasnav Ferzat Zagros, di sala 1985'an de li Xoyê ji dayik bû, di 15'ê Îlona 2012'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

Orhan Yildiz bi nasnav Firat Delîl, di sala 1988'an de li Semsûrê ji dayik bû, di 1'ê Îlona 2012'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

Mazlûm Mûhammed bi nasnav Hmaza Pehlevan, di sala 1990'î de li Efrînê ji dayik bû, di sala 2010'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

Abdûllah Delaîmîlan bi nasnav Harûn Makû, di sala 1989'an de li Makû ji dayik bû, di sala 2011'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.

Seît Emînî bi nasnav Hawar Kelhûr, di sala 1988'an de li Îsfahanê ji dayik bû, di 8'ê Îlona 2012'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

Omer Akan bi nasnav Kûrtûlûş Bîndal, di sala 1992'an de li Colemêrgê ji dayik bû, di 11'ê Îlona 2011'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.

Yilmaz Dûrak bi nasnav Mûsa Garzan, di sala 1990'î de li Êlihê ji dayik bû, di sala 2012'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.

Mûhammed Alî Koca bi nasnav Welat Şam, di sala 1977'an de li Şamê ji dayik bû, di sala 2012'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

Mehmet Akîf Ûçar bi nasnav Serhildan Batman, li Êlihê ji dayik bû, di sala 2012'an de li Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.

Zeynep Kizmaz bi nasnav Revan Arjîn Amed, bi sala 1989'an de li Mersînê ji dayik bû, di sala 2013'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest da.

Yûsûf Nadîr Ateş bi nasnav Bawer Antep, di sala 1979'an de li Dîlokê ji dayik bû, di sala 2011'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.