14’ê Tîrmehê wateya jiyanê ye

14’ê Tîrmehê wateya jiyanê ye

Hevserokê Konseya Rêveber  a KCK’ê Cemîl Bayik  têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmehê got, “Berxwedana li cihekî weke Zîndana Amedê di nava şert û mercên herî dijwar de û têkbirina 12’ê Îlonê, tê wateya Kurd di her şert û mercî de dikarin li ber xwe bidin û neyarê xwe têk bibin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya rojnameya Azadiya Welat de têkildarî berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’an a Rojiya Mirinê ya Mezin a di pêşengiya M. Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de li hemberî zilm û zexta dewleta Tirk hat destpêkirin nirxandiye. Bayik di nivîsa xwe de ku wate û girîngiya 14’ê Tîrmehê bi berxwedana gelê Kurd a pêşketî ye digire dest wiha dibêje: “Ger gelê Kurd dixwaze hebûna xwe ya neteweyî biparêze û azadiya xwe bi dest bixe, divê di serî de berxwedêriya 14’ê Tîrmehê û ruhê wê hîn bibin. Piştî ku vê yekê hîn bibin şûnde baweriya wan a jiyana demokratîk û azadiyê  jî wê zelal bibe. Îro di têkoşîna ku çil sal in tê meşandin de gelê Kurd hatiye rewşa gelê berxwedêr û ev berxwedêriya ku bi dest xistiye, dê baştir bê fêmkirin.”
Nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber  a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:  

“31 sal berê 4 PKK’yiyên ku mirov dikare ji wan re bibêje lehengên dîrokê li hemberî rejîma 12’ê Îlonê berxwedan dan destpêkirin û bi vê berxwedanê ew têk birin. Sazûmankarên PKK’ê M. Xeyrî Durmuş û Kemal Pîr, Sekreterê Komîteya Eyaleta Amedê Akîf Yilmaz û milîtanê ciwan ê PKK’ê Alî Çîçek di Rojiya Mirinê ya Mezin a ku di 14’ê Tîrmehê de dan destpêkirin de şehîd ketin. Bi van şehadetan ne tenê derb li faşîzma 12’ê Îlonê xistin û têk birin; di dîroka gelê Kurd de serdemek nû dan destpêkirin. Bi Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê re ew bêzarî, bêhêvîtî bi awayekî ku careke din paşde neyê di dîrokî de veşart. 
Berxwedana 14’ê Tîrmehê di dema faşîzma 12’ê Îlonê difikirî ku ew li Tirkiye û Kurdistanê serdest e û dijberiya wê dernakeve holê de pêk hat. Ev berxwedan faşîzma 12’ê Îlonê hejand. 
Dema ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi 6 kesan destpê kir, heyeta dadgehê bi lez û bez danişîn bi dawî kir. Ev yek encama matmayîbûna wan a li hemberî vê berxwedanê nîşan dide. Gotina Xeyrî Durmuş a “Em bi ser ketin, em bi ser ketin, em bi 6 kesan bi ser ketin” îlankirina serketina Berxwedana 14’ê Tîrmehê bû. Bi vê berxwedanê şêwazê têkoşîn û vîna azadiyê ya gelê Kurd nîşan da ku careke din tu hêz nikare bişkîne û  astengiyê li pêşiya wê derxe, nîşanî her kesî dan. Berxwedana li cihekî weke Zîndana Amedê di nava şert û mercên herî dijwar de û 12’ê Îlonê têkbirin, tê wateya Kurd di her şert û mercî de dikarin li ber xwe bidin û neyarê xwe têk bibin. 
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê ruh û şêweyê ku di mercên herî zehmet de dikarin têbikoşin û bi ser kevin dan Kurdan. Ev feraset û şêweya jiyanî bi Kurdan dan qezenckirin. Ev di dîroka Kurdan de serketina herî mezin e. Gelo tiştek ji qezenckirina şêweyê serketinê yê di şert û mercên herî dijwar de bi nirxtir heye? Li cihekî weke Kurdistanê ku erdnîgariya herî zehmet a cîhanê ye û bi hêzên dagirker ên ku dixwazin Kurdan tune bikin tijî ye; ji serketineke wiha ya nirxdar wêdetir ma tiştekî din heye? Dema ku Kurd di nava zehmetiyeke wiha de hînî têkoşînê bibin û bibin xwedî sekneke ku tu hêz nikaribin wan têk bibin, dê hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Ev azadiya ku bi Kurdan daye qezenckirin berxwedêriya 14’ê Tîrmehê ye; ev jî şoreşgerên mezin Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek in. 
Îro dewletên herî zalim ên cîhanê êrîşî Kurdan dikin. Li pişt wan Ewropa, DYA û paşverûtiya herêmê heye. Gelek welat û lobî ji hewl didin ku di nava Kurd û Tirkan de şer hebe û her du hêz ji quwetê bikevin. Li hemberî vê yekê dîsa jî Tevgera Azadiya Kurd têk naçe û ger li ser lingan dimîne sedema vê yekê ew şêweyê têkoşînê ku berxwedêriya 14’ê Tîrmehê di nava şert û mercên herî dijwar de derxistiye holê ye. Kurdan ew ruh û şêweyê têkneçûna 14’ê Tîrmehê bi dest xistine. 
Dema ku bê gotin “Çima gerîlayên Kurd fedayî ne? Çima jin û ciwanên Kurd dibin fedayî?” Divê mirov di vir de li ruhê 14’ê Tîrmehê bigere. Jixwe Rêberê Gelê Kurd dibêje “Ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê PKK’ê ye” vê rastiyê vedibêje. Ger gelê Kurd dixwaze hebûna xwe ya neteweyî biparêze û azadiya xwe bi dest bixe, divê di serî de berxwedêriya 14’ê Tîrmehê û ruhê wê hîn bibin. Piştî ku vê yekê hîn bibin şûnde baweriya wan a jiyana demokratîk û azadiyê jî zelal bibe. Îro di têkoşîna ku çil sal in tê meşandin de gelê Kurd hatiye rewşa gelê berxwedêr û ev berxwedêriya ku bi dest xistiye, dê baştir bê fêmkirin. 
Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê tenê çand û kesayetiya PKK’ê neafirandiye. Di heman demê de bûye bingeha rastiya Kurdan. Dema ku Xeyrî Durmuş ber bi mirinê ve diçû got “Li ser gora min binivîsînin ji bo gelê xwe deyndar çû.” Ligel ku her tiştên xwe di vê rêyê de da jî ji ber ku welatê wî ne azad bû xwe wekî deyndar didît. Kemal Pîr, wexta ku jêre digotin, wê çavên wî yên kor bûne ji nû ve vekin, helwesta “Hûn dixwazin vîna Kemal tune be, kesayeta Kemal tune be, lê bila çavên Kemal hebe. Ez Kemalekî wiha û çavên wiha naxwazim” nîşanî wan da. Wek şoreşgerekî ji bo parastina gel û şoreşgeriyê saniyeyekê jî neket nava şik û gumanan û wiha ber bi şehadetê ve meşiya. Dema Kemal û Xeyrî ya herî bi huzur, bi moral û bi coş dema ku nêzîkî şehadetê bibûn bû. Tevgera Azadiya Kurd bi kesayetên wiha yên pêşengiya manewî têdikoşe. 
Gelê Kurd divê van kesayetan ji xwe re mînak bibîne. Gelê Kurd ê ku pêşengên wê, nirxên wê û zarokên wê yên wiha hebin tu caran têk naçe. Piştî ku di şertên herî dijwar de bi Kemalan, Xeyriyan, Akîfan û Aliyan serî nedabin tewandin, ji niha şûnde tu hêz nikare serê Kurdan bitewîne. Berê ji bo Kurdan jiyan bêwate bûbû. Herî zêde aliyê ku cesaretê dida hêzên qirkirina çandî ev aliyê bêwatebûna jiyana Kurdan bû. Ji bo gelekî, ji bo civakekê ji vê mezintir wendabûnek tune ye. Jiyana rastî bêwatebûnê hatibe, ew jiyan ji mirinê re hatiye razandin. Ji ber vê yekê di salên 1970’ê de bi fikar nêzîkî hebûna Kurdan dibûn. Dagirkeriya Tirk di wê baweriyê de bû ku careke din Kurd ranabin ser lingên xwe.
PKK beriya her tiştî rexneyên mezin li aliyê wendakirina wateya jiyanê kir. Got ku jiyana wateya wê wenda bibe ji mirinê jî xerabtir e. Ji ber vê yekê Kurdan hejand û xwest wan bîne ser hişê wan. Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê xwest ku di zîndanan de di kesayeta dîlên PKK’yî de pêşiya vê yekê bigire û hêviyên Kurdan di nava çar dîwaran de bifetisîne. 14’ê Tîrmehê ji vê bêbextiyê re got ‘Bes e’; têkoşîna ku PKK’ê destpê kir ew gihand merheleyeke din. Kemal Pîr bi gotina ‘Ji jiyanê bi qasî di rêya wê de canê xwe bidim hez dikim’ derbek li vê jiyana ji rêzê xist. Got ku ger jiyanek hebe divê bi qasî di rêya wê de canê xwe bide be. Bi vê yekê li ser wateya jiyanê şoreşeke mezin pêk anî. Jiyan divê yan bi qasî di rêya wê de canê xwe bide xweş be, yan jî ji bo afirandina jiyana ku di rêya wê de canê xwe bide, hin can divê canê xwe feda bikirana. 
Îro Kurdan wateya jiyanê bilind kirine. Jiyana ku di rêya wê de canê xwe nedin weke jiyanê nabînin. Ger îro Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê hatibin vê astê ji ber vê felsefeya têkoşîn û jiyanê ye. 
Deynê me yê herî mezin ev şoreşa li holê ye.
Helwesta herî di cih de ew e ku em weke Xeyrî tiştên xwe yên herî xweş bidin û deyndar biçin gorê.”