‘14’ê Tîrmehê îspatkirina hebûna gelekî bû’

‘14’ê Tîrmehê îspatkirina hebûna gelekî bû’

Gerîlayên HPG’ê, Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji ajansa me ANF’ê re nirxandin û diyarkirin ku 14’ê Tîrmehê derxistina nasnameya gelekî û îspatkirina hebûna wî ye.

Di dîroka gelê Kurd de 14’ê Tîrmehê xwedî wateyeke mezin e. Di wê rojê de di kesayeta dîlên azadiyê de di sala 1982’yan de dixwestin ku vîna hemû Kurdan bişkînin û teslîm bigirin. Lê dîlên azadiyê di kesayeta Mazlum, Çaran, Kemal, Xeyrî , Akîf û Aliyan de li djiî dagirkeriyê berxwedaneke mezin pêş xistin û pergala dagirkeriyê di serî de li Zîndana Amedê li gelek zîndanên din şikandin.

Bi wesîleya vê rojê gerîlayên HPG’ê ji ajansa me ANF’ê re axivîn. Gerîla Feraşîn Sozdar da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo wan pîroz e û got, “Watedayîna 14’ê Tîrmehê watedayîna roja me ya îro ya serê çiyayan e. Ya tevgera me mezin kir berxwedana hevalên di zîndanê de bû. Ya partîbûn, artêşbûn dan avakirin berxwedêrên di Zîndana Amedê de bûn. Di asta fikir û îradeyê de dan îspatkirin ku wê tu kes nikaribe wan û gelê ku berpirsyartiya wî dikin tune bikin. Bi dijmin dabûn qebûlkirin ku êdî ew kesayetên berxwedana gel in û tu caran teslimiyetê qebûl nakin. Tevî hemû êşkence, zorî û zehmetiya dîtin jî tu carî teslîm nebûn. Timî bûn nûnerên parastina mafê gelan. Ji bo kenê dijmin bi xwe neynin û zefqa serketinê bi dijmin nedin hîskirin, tevî êşkenceyên pirr giran jî moralên xwe kêliyekê jî nexistin. Di roja me ya îro de jî ruhê fedayî yê di nav PKK’ê de tê jiyan bi saya berxwedana wan hevalên di zîndanê de berxwedan pêş xistin. Ji bo wê jî şehadet di nav PKK’ê de xwe nûkirin e û ruhê berxwedanê mezinkirin e. Dema em dinihêrîn berxwedana 2012’an a di zîndanan de bingeha xwe ji wê demê digire û berxwedana van hevalan bû xeta tevgerê.”

‘14’Ê TÎRMEHÊ DERXISTINA NASNAMEYA GELEKÎ Û ÎSPATKIRINA WÎ BÛ’

Gerîlayê bi navê Kerîm Efrîn jî da zanîn ku di dîroka gelê Kurd de dijmin ji bo wan tesfiye bike timî lîstik dane meşandin û bi ruhê 14’ê Tîrmehê ji nû ve wan hevalan bi berxwedaneke herî mezin bi canê xwe di zîndanan de bûn şopdarên heqîqetê û li ber xwe dan. Û berdewama axaftina xwe de got ku wek gerîla ji bo wan roja 14’ê Tîrmehê wek ruhê berxwedan û serketinê tê destgirtin û 14’ê Tirmehê derxistina nasnameya gelekî û îspatkirina wî bû.

Sozdar Efrîn jî got, “Ji bo tevgera PKK’ê mezin bibe bi canê xwe bûn bersiv û canê xwe kirin berdêl. Bi lehengiya wan li her çar parçeyên Kurdistanê rêxistin mezin dibe û pêş dikeve.”

‘TU CARÎ TESLIMIYET NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Gerîlayê bi navê Şervan Zinar jî der barê berxwedana 14’ê Tîrmehê de wiha got, “Dijmin ew qas zor û zehmetiyên li ser gel dida meşandin bi berxwedana 14’ê Tîrmehê gihand lûtkeyê. Ruhê 14’ê Tîrmehê da îspatkirin ku wê her tim berxwedan çêbibe û tu carî teslimiyet nayê qebûlkirin. Dan îspatkirin ku çi dibe bila bibe li hemberî pergala deshilatdar tu caran ew ê serî netewînin. Wek gerîla têkoşîn pêşxistin û heta dawiyê berxwedan erk û wezifeya me ya sereke ye. Berxwedana wan hevalan di serî de da îspatkirin ku şerê li hemberî xwe biserxistin û ruhê tolhildanê dana avakirin e.”

Şîlan Gabar jî da zanîn ku weke gerîlayekê tişta ji wan tê xwestin ruhê berxwedanê di xwe de dana avakirin e û got, “Bûna şopdarê heqîqeta wan hevalan e. Bi sekna wan hevalan heta niha jî xeta berxwedaniyê berdewam dike û her ku diçe bi sekna PKK re mezin dibe.”