14 baro dixwazin mudaxilî doza E.A. bibin
14 baro dixwazin mudaxilî doza E.A. bibin
14 baro dixwazin mudaxilî doza E.A. bibin
Baroyên Çewlik, Riha, Bedlîs, Şirnex, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş, Colemêrg, Sêrt, Qers, Îdir, Amed û Êlihê daxwaz kir ku, mudaxilî doza zaroka binavê E.A ya li Çewlikê ji aliyê 4 jê çawişên pispor 8 kesan ve hatî tacîz û tecawaz kirin, bibin.
Têkildarî zaroka E.A. a li Çewlikê di nav de 4 jê çawişên pispor tacîz û tecawiza 8 kesan hat, serokên baroyên Bakûrê Kurdistanê piştî bi Serdozgerê Komarê ê Çewlikê û dozgerên ku li dosyaya E.A. mêze dikin hevdîtin pêkanîn daxuyaniyek dan çapemeniyê. Piştî hevdîtinê li ser navê baroyên Çewlik, Riha, Bedlîs, Şirnex, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş, Colemêrg, Sêrt, Qers, Îdir, Amed û Êlihê Serokê Baroya Rihayê Alî Fuat Bucak axivî. Bucak got: “Ji ber îdiaya mexdûriya zaroka rastî îstîsmara zayendî û sûcê azadiyê a li Çewlikê rûdaye em li virin.”
Bucak destnîşan kir ku, ji ber hovîtiya bûyerê û înfiala ku di civakê de çêkiriye, her wiha gûmanbar jî peywirdarên gelemperî ne, ji ber ku baro jî ji ber berpirsyartiyên xwe ên xwezayî xizmeta gelemperî dike, baroyên herêmê kombûn û biryarekî hevpar girtin. Di encama biryarê de baroyan hevdîtin bi Serdozgeriya Komarê ya Çewlikê, Dozgerê Komarê ê lêpirsînê birêve dibe û wekîlên mexdûr re hevdîtin pêkanîn. Bucak got, daxwaz kirne ku mudaxilî dozê bibin.
Bucak anî ziman ku, “Di rasteka van biryar û daxwazan de ew dê heya dawî, li herêmê weke baroya Çewlikê û di giştî de jî hemû baroyên herêmê dê şopdarên bûyerê bin. Ew dê di aliyê hiqûqî, manewî piştgiriyê bidin malbatê.” Bucak destnîşan kir ku, “Ji ber ku li ser dosyaya lêpirsînê nepenî heye, ji ber wê dosya nehatiye hûrkolîn kirin. Dema ku doz vebû û biryara nepeniyê rabû, ew dê hemû hûrkolînên pêwîst bikin. Dê pêngavên pêwîst bên avêtin û rayagiştî bê agahdar kirin.”