133 RCS ên Amedê xwestin girtiyên nexweş werin berdan
133 RCS ên Amedê xwestin girtiyên nexweş werin berdan
133 RCS ên Amedê xwestin girtiyên nexweş werin berdan
133 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ên Amedê bi daxuyaniyeke hevpar xwestin girtiyên nexweş tavilê serbest werin berdan.
Li ser banga şaxê ÎHD'ê yê Amedê, 133 rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi awayekî girseyî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya hişyarkirinê ya rêxistinên mafên mirovan, sendîka, komele, odeyên pişeyî, ode û komeleyên karsazan, bi beşdariya Alîkara Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera BDP'ê Nûrsel Aydogan, Serokê berê yê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Firat Anli, rêveberên BDP'ê û endamên Kongreya Civaka Demokratîk bi beşdariya gelek kesan hat dayîn.
Daxuyanî li ber pankarta bi nivîsa "Bêyî nalînek din ji girtîgehan bilind bibe..." hat dayîn û dowîzên li ser navê girtiyên nexweş ên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan nivîsandî, hatin hilgirtin.
Li ser navê 133 rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê Serokê Şaxê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku wan îro gaveke girîng avêtine û ewê daxuyaniya xwe ya îro bi nameyekê ji Serokkomar, Wezîrê Edaletê û Saziya Mafên Mirovan a Tirkiyê re bişînin.
DI 4 MEHAN DE 4 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN
Bîlîcî diyar kir ku yek ji pirsgirêkên giran ên girtîgehên Tirkiyê rewşa girtiyên nexweş û xemsariya rayedaran a li pêşberî vê rewşê ye û got, "Ji ber vê yekê, girtiyên nexweş û yên li ber mirinê, yek bi yek dimirin. Vaye 4 girtiyên di nava 4 mehan de jiyana xwe ji dest dan: Şahabettîn Yucel; kansera pişikê. Raporek wî hebû, ku bi vî halî nekarî li girtîgehê bê ragirtin. Li girtîgeha Ermenek rewşa wî giran bû û li Nexweşxaneay Nimûne ya Enqerê di 8'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da.
Haci Nasir; Kanserê qirikê. Raporek wî hebû ku nikare li girtîgehê bê rakirin. Ji girtîgeha Metrîsê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Hasekî û di 21'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da.
Îrfan Eskîbag: 41 salî. Kanser rovî. Raporeke wî hebû ku nîşan dida nikare li girtîgehê bimîne. Di 7'ê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F ya Sîncanê jiyana xwe ji dest da.
Gurgun Kûrt: 65 salî. Ji sedî 50 yê rûyê wî felç bû. Raporek wî hebû ku nikarîbû li girtîgehê bê ragirtin. Di 20'ê Gulanê de li girtîgeha Xelatê jiyana xwe ji dest da. Ev girtiyên mijara gotinê bi tenê di sala 2013'an de jiyana xwe ji dest dan. Salên berê bi dehan girtiyan ji ber van sedeman jiyana xwe ji dest dan. Mehmet Aras, Latîf Bodûr, Mahmût Karataş, Mahmût Çakan, Nûrettîn Soysal, Gulay Çetîn tenê çend ji van e."
"GIRTÎGEH DIBIN CIHÊ MIRINÊ"
Bîlîcî bibîr xist, ku bi sedan girtîgeh niha li ber mirinê ne û got, "Ji ber ku şert û mercen baş ên tedawiyê tineye, girtîgeh veguherîne cihê mirinê. Li gel hemû hewldanan jî, girtiyên li ber mirinê ne, nayên berdan. Hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibe. Xemsariya Wezareta Edaletê ya li pêşberî vê rewşê, qedir û qîmeta Komara Tirkiyê dide mirovan, nîşan dide. Û ev yek mixabin rûreşiyeke vê dewletê ye."
Bîlîcî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoya çareserî aştiyê û destnîşan kir ku eger li vî welatî di girtîgehan de mirov jiyana xwe ji dest didin, ev zerarê dide aştiya civakî û daxwazên xwe yên ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê weha rêz kir:
- Şert û mercên girtiyan, di çarçoveya huqûqa gerdûnî de li ser bingeha mafên bingehîn ên mirovan werin sererastkirin û dawî li dijwarî, êşkence û kiryarên xerab bên anîn.
- Eger girtiyên nexweş, temên xwe yê ji niha û pê ve li koxûşên girtîgehan derbas bikin û ji xizmên xwe dûr bijîn, wê psîkolojiya wan xera bibe û berxwedana laşê wan qels bibe. Lewma ev rewş dikare rê li ber mirina wan girtiyan veke. Ji ber vê yekê, divê ev rastî ti carî neyê ji bîr kirin.
- Pêwîste girtiyên nexweş ên rewşa wan giran e û bi nexweşiyên mirinê ne, tavilê û bi biryarên lezgîn serbest werin berdan.
- Di warê pîvanên huqûqî yên gerdûnî, mafên mirovan û wicdanê gel de, divê ji bo nexweşên giran, guhertinên qanûnî werin çê kirin.
- Divê Tipa Edlî ya xwedî sicîleke nebaşe, ji dewrê bê derxistin û raporên nexweşxaneyên mezin ên dewletê û nexweşxaneyên zanîngehan li ber çavan werin girtin."