10 gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin
10 gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin
10 gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin
Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnameya 10 gerîlayên ARGK û milîtanên PKK'ê yên di dem û cihên cûda de di şer û çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Komîteya Şehîdan a KCK'ê, nasnameya 10 gerîlayên ARGK û milîtanên PKK'ê yên di navbera salên 1991-1999'an de di şerê li dijî artêşa Tirk û çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan, weha ye:
- Abbas Yokûş (Rûbar), 1961 li Erxaniyê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Erzîromê jiyana xwe ji dest da
Ahmet Ekmen (Şiyar), 1974 li Licê-Amed ji dayik bû, 14'ê Tîrmeha sala 1994'an de li Erzîromê jiyana xwe ji dest da
Asim Akdenîz (Rodî) 1969 li Egîl ji dayik bû, 1999'an de li Kozlûkê jiyana xwe ji dest da
Cuneyt Aydinlar (Hebûn) 20.03.1971 li Amedê ji dayik bû, 1994'an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da
Dîlce Aydin (Arjîn) 1976'an li Amedê ji dayik bû, Gulana sala 1996'an li Mûtkî jiyana xwe ji dest da
Hêja Yaşli (Melsa Serdar) 02.04.1981 li Hezro ji dayik bû, 1999'an de li Pîranê jiyana xwe ji dest da
Heybet Aktaş (Azîz) 1970 li Dara Hênê ji dayik bû, 13'ê Tebaxa sala 1994'an de li Mûtkî jiyana xwe ji dest da
Mûzaffer Taş (Orhan Mardîn) 16.03.1976 li Bismilê ji dayik bû, 1'ê Gulana sala 1998'an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest da
Sevda Tûrfan (Eylem) 1979'an li Licê-Amed ji dayik bû, 18'ê Sibata sala 1995'an de li Hênê jiyana xwe ji dest da
Tûncay Sari (Gabar Amed) 01.05.1980 li Erxeniyê ji dayik bû, di 1'ê Îlona sala 1997'an de li Dara Hênê jiyana xwe ji dest da.
"EMÊ DI XETA ŞEHÎDÊN XWE DE HER TÊBIKOŞIN"
Komîteya Şehîdan a KCK'ê di daxuyaniya xwe de, biryadariya xwe ya di xeta têkoşerê di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, careke din anî ziman û ev xal destnîşan kir:
"Em dizanin, niha gora gelek şehîdên me tineye. Ji xwe wan ji me ne gor, avakirina welatekî azad xwestin. Ji ber vê yekê, peykerê bîranînê yên ji bo wan were avakirin, avakirina Kurdistaneke azad li nava dilê Rojhilata Navîn e. Soza me ya her roj em dûbare dikin û emê her tim pê re dilsoz bin, ev e!
Weke gelekî kevnare yê dîrokê yê dixwaze bi ziman û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, em bi feraseteke deshilatdar a dixwaze me bi her awayî tine bikin re rû bi rû ne. Bila baş were zanîn, li dijî ew kesên ku hemû gavên me yên aştiyê weke lawaziyê dibînin, li hemberî ew kesên ku dixwazin destê me yê aştiyê bişkînin, li hemberî ew kesên ku dixwazin gelê me mehkûmî pêşerojeke bêrûmet bikin, emê di xeta şehîdên xwe de heta heta têkiboşin. Emê têkoşîna xwe bi giyana canfedayî bidin meşandin û di xeta şehîdan de emê bigihêjin serketinê."