1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn bidawî bû
1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn bidawî bû
1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn bidawî bû
1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn ji 23’ê welatan 250 delegeyî zêdetir li Amedê hate pêkanîn, li gel strana bi girêdana govendê re bidawî bû. delegeyên jin ên Kurd bênavber sloganên “Bê serok jiyan nabe” qîriyan.
1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn ku Amedê jêre malovanî kir, di bin pêşengiya DOKH’ê bi slogana “Jin, jiyan, azadî” organîze kir û diyarî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên li Parîsê hatin qetilkirin, kir piştî 3 rojan îro bidawî bû.
Konferansa ku Hevseroka KCD Aysel Tûglûk û Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî hatin vexwendin, li The Green Park Otelê pêkhat, ji 4 parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rojhilata Navîn ji 23 welatana nêzî 250 jinên siyasetmedar, akademîsyen û activist tevlîbûn.
Konferansa ku 3 rojan dom kir, jinên Rojhilata Navîn, pêşketinên siyasî û civakî yên dawî di aliyê jinê de bi awayek berfireh hatin nîqaşkirin, ji ber jinbûnê, ji ber xwediyê çand û baweriyên cûda û gelek pirsgirêkên ji ber çemka desthilat ya zilam rû bi rû tên ezmûnên xwe parvekirin û ji bo avakirina tekoşînekî nû pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Di konferansa ku li ser mijarên weke “Li Rojhilata Navîn girêdayî jinê avakirina dîroka civakî û zayendperestiya civakî”, “ezmûnên tevgera jinên Rojhilata Navîn û rolê jinê yê di guhertinên dawî yên siyasî de” û “Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên hevpar yên tekoşîna tevgerên jinan û çareseriya wan” hate nîqaşkirin û tecrûbeyên xwe parvekirin.
Piştî nîqaşa sê rojan ya 1’mîn Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn delegeyên konferansê li ber stranên hatin guvend girêdan, her wiha delegeyên jin ên Kurd jî sloganên "Bê serok jiyan nabe" qîriyan û konferans bidawî bû. Tê texmîn kirin ku, encamnameya konferansê were weşandin.