Gaziya Rojava Ezîme Kobanê têkildarî statuya YPJ’ê ya di artêşa nû ya Sûriyeyê de û rewşa jinan a li herêmê nirxandin kirin.
Ezîme Kobanê anî ziman ku weke gaziyên jin şervanên YPJ’ê ne û got, “YPJ pêşengtiyeke dîrokî ji şoreşa Rojava re kir. Di şoreşa Rojava de di pêşengtiya jinan de li hemberî çeteyên herî xeternak şer û têkoşîneke muezem hat kirin. Şervanên azadiyê rûmeta gelan û jinan parastin. Heya dagirkerî, zilm û koledarî hebe wê jin di nav têkoşîn û berxwedanê de bin. Jixwe dema dibêjin YPJ di fermiyeta artêşa Sûriyeyê de nayê qebûl kirin, kenê mirovan tê. Ez jî pirseke wiha dikim, gelo dema di pêvajoyeke li hember jinan û gelan xeteriyên mezin hebûn, ji bo avakirina hêzeke jin diviyabû destûr ji kê hatiba girtin? YPJ hêzeke ku li gorî pêdiviyan hatiye avakirin û li hember her cure tundî û êrîşan parastina jinan û gelan dike.”
Gazî Ezîme Kobanê diyar kir ku di roja heyî de êrîşên li hember jinan bi dawî nebûne û wiha domand, “Weke hêza jinên Rojava û hemû Sûriyeyê wê YPJ jinan biparêze. Jixwe di pêvajoyeke navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn Rojhilata Navîn e, tekez wê YPJ weke Yekîneyên Parastina Jin têkoşîna xwe berdewam bike. Wê di her hêlê de jî cihê xwe di nav kar û xebatê de bigire. Pêdivî nîne ku ti kes xwe bike mêrxas û bibêje ku em ê jinan biparêzin. Ji ber jin dikarin xwe biparêzin û xwedî li civakê derkevin.”
Ezîme Kobanê bi bîr xist ku şervanên jinê li hember êrîşên çeteyan û dagirkeriyê li cem şervanên xort di çeperên berxwedanê cih girtin û ev anî ziman, “Jinan bi taybet di şoreşa Rojava de bi berxwedan û têkoşîna xwe, bi şehîd û birîndarên xwe piştrast kirin ku dikarin jinan, civakan û welatê xwe heya dawiyê biparêzin. Dîsa îspat kirin ku di her qada siyasetê de jî dikarin bi rola xwe rabin. Em ê ji îro û şûn ve jî li ser esasê hişmendiya jin û mêrên azad û sosyalîst ji bo avakirina pergaleke demokratîk kar û xebatên xwe bidomînin. Bi rastî di roja me de li Sûriyeyê li hember jinan kiryarên sedsalên cahiliyete jî derbas dikin rû didin. Ev jî nîşan dide ku jin di rewşeke pir xeternak de dijîn. Hîn jî jin li nav malan û li kolanan têne kuştin, revandin û destdirêjî li ser wan tê kirin. Ji ber wê jî mabe, divê tekez YPJ bimîne, kar û xebatên xwe berdewam bike.”
Gazî Ezîme Kobanê axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, “Weke hevalên gaziyên jin ên di nav refên YPJ’ê de birîndar bûne jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo jiyana azad û wekhev bidomînin. Em ê pêşengtiyê ji entegrasyona demokratîk re bikin. Em ê aştî û aramiyê ji jinan û civakê re pêkan bikin. Li ser vî esasî ez bang li tevahî jin û ciwanan dikim ku ji bo azadiya xwe û ya civakê çalak bibin, xwedî li hêza parastina jin û civakê derkevin, ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîna xwe bidomînin.”