Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu peyama Rêber Apo û qanûna çarçoveyê ya ji meclîsê tê hêvîkirin ji ANF'ê re nirxand.
Kurkçu diyar kir ku hikumet hewl dide pêvajoyê li qadeke teng asê bike û destnîşan kir ku çareserî bi hêviyên sexte nabe; lê ji bo aştî, wekhevî û azadiya gel bi mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî û pratîkî dibe.
Kurkçu peyama Rêber Apo nirxand û got, "Peyama dawî ya Ocalan weke bangekê dibînim ku dibêje, di qonaxa heyî de divê êdî encamek bê bidestxistin. Di peyamê de xala bingehîn a ku hate destnîşankirin bi vî rengî bû; 'Dem hatiye ku zemîneke qanûnî ya li gorî hesasiyetên aliyan bê avakirin'. Ev yek nîşan dide ku zemîneke qanûnî ya bi vî rengî hîn nehatiye danîn.
Ocalan dixwaze her kes bi zanebûna ku vekirina rêyeke bi vî rengî firsendeke dîrokî ye tevbigere û nêzîkatiyên teng ên ku xizmetê ji vê re nake biterikînin. Bi qasî ku ez dibînim, aliyê ku nêzîkatiyeke teng nîşan dide rexnedayinê nake. Ji ber ku pêşniyarên ku Ocalan heta niha kiriye, di her qonaxê de hem ji aliyê Tevgerê hem jî ji aliyê DEM Partiyê ve hate pejirandin û pêvajo bi perspektîfeke berfireh hate meşandin. Di karên Komîsyona Meclîsê de jî bi vî rengî tevgeriyan. Llewma pirsgirêk li nava sînorên rejîmê derdikeve holê ku li ber vê nêzîkatiya berfireh radibe.
Ez ji vê peyamê vê encamê derdixînim: Zemîneke lihevkirinê ya hîn berfireh pêkan e, lê belê pêvajo li qadeke hîn teng hatiye asêkirin û ev tengavî pêşî venake."
Kurkçu bi bîr xist ku Rêber Apo di çarçoveya rapora Komîsyona Meclîsê de qala destpêkirina pêvajoya hiqûqî û qanûnî dike û anî ziman ku Ocalan zane ku kmoîsyonê ne mafên kolektîf ne jî mafên polîtîk nas kiriye, lê belê li gel vê yekê jî dixwaze meyla kûrkirina pêvajoya bêşer xurt bike. Kurkçu diyar kir ku li eniya hikumetê heta niha gavek nehatiye avêtin û Rêber Apo jî di hevdîtinê de careke din ev rewş destnîaşn kiriye.
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu pêvajoya ji niha û pê ve jî nirxand û ragihand ku bloka desthilatdariyê ya ji AKP-MHP û derdorên Ergenekonê ji ber pêwîstî û mecbûriyetên pêvajoya heyî dibe ku neçar bimîne ku qanûneke çarçoveyê amade bike. Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku zîhniyeta dewletê ya heyî veguherîneke welê hîn pêk neaniye ku vê pêvajoyê bi perspektîfa demokratîkbûn, edalet û wekheviyê binirxîne.
Kurkçu diyar kir ku sererastkirineke qanûnî ya gengaz a di rojevê de nabe ku tenê weke gaveke hiqûqî ya teknîkî bê nirxandin û got, meseleya esasî ew e ku mirov ji ber şerê çekdarî ji azadî, welat, pîşe û paşeroja xwe bêpar hatin hiştin, lewma ji bo telafîkirina van windahiyan divê çarçoveyek bê danîn.
Ertûgrûl Kurkçu sînorên çareseriyê jî nirxand û anî ziman ku rêya herî berfireh efûya giştî ye û got, "Çareseriya rast efûya giştî ye."
Serokê Rûmetê yê HDP'ê bi bîr xist ku yek ji daxwazên bingehîn ew e ku Rêber Apo di nava mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibe û destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke mayinde divê ev rastî li ber çavan bê girtin.
Ertûgrûl Kurkçu işaret bi bûyerên herêmî û polîtîkayên mîlîtarîst kir û anî ziman ku destketiyên Kurdan ên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê bi gefên cuda re rû bi rû ne. Kurkçu diyar kir ku polîtîkayên ewlekariyê, lêçûnên parastinê, neteweperestî û tundî li ber destê dewletan veguherîne amûrên diyarker û ev atmosfer jî şerê herêmî girantir dike.
Ertûgrûl Kurkçu ev nirxandin kir, "Li pêşberî îdîayên lîderiya herêmî û hevrikiyê, ya ku divê bê kirin afirandina derfeteke siyasî ya li dora aştiyê ye, ne li dora şer e. Divê tevgera Kurd, hêzên demokratîk û ev xeta têkoşînê weke hêzeke aştiyê derikevin pêş.
Weke şer ji bo aştiyê jî pêwîstî bi têkoşînekê heye. Ev yek ne tenê rawestîna bi sebir e; di heman demê de îradeya afirandina pêleke civakî û bi biryar e. Ev yek jî tenê li qadên ku mirov lê dimînin, dixebitin û têdikoşin dikare pêk were."