ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Aktîvîsta Îranî Minoo Rouzeddar hate binçavkirin
Aktîvîsta Mafên Mirovan Minoo Rouzeddar ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li Tehranê li mala xwe hate binçavkirin. Hate ragihandin ku di dema binçavkirinê de êşkence li Rouzeddar hatiye kirin. -
Li Iraqê hilbijartin: Namzetiya 848 kesan hate betalkirin
Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar ku di hilbijartinên parlamenta Iraqê de namzetiya 848 kesan hatiye betalkirin. -
Li ser sînorê Îran-Iraqê 4 rojan 114 caran erd hejiya
Daîreya Sîsmolojî û Meteorolojiyê ya Iraqê ragihand ku li ser sînorê Iraq-Îranê di nava 4 rojan de 114 caran erd hejiya ye. -
Li hemberî peymana Tirkiyê û Iraqê bertek
Tora ECHO li hemberî peymana nû ya di navbera Tirkiyê û Iraqê de hate îmzakirin bertek nîşan da. -
Li Bexdayê li biryargeha Heşdî Şabî teqîn
Li biryargeheke Heşdî Şabî ya li Bexdayê teqînekê rû da. Di bûyerê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî birîndar bûn. -
Li Îranê di nava 2 rojan de 76 kes hatin darvekirin
Kampanya Na ji Cezayê Darvekirinê re ya Rojên Sêşemê ragihand ku dewleta îranê di nava du rojên dawî de 76 kes darve kir. -
Li Îranê civaknasek û nivîskarek hatin binçavkirin
Civaknas û lêkolîner Mehsa Esodollahnejad û nivîskar, wergêr Şîrîn Kerîmî ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê ya Muxafizên Şoreşê ve hatin binçavkirin. -
Hilbijartinên Iraqê wê ji aliyê zêdeyî 1500 rojnamevanî ve bê şopandin
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê ragihand ku hilbijartinên parlamenta Iraqê wê ji aliyê 304 çavdêrên navneteweyî û zêdeyî hezar û 500 rojnamevanî ve bê şopandin. -
Li Îsraîlê ‘’pêşniyarnameya darvekirinê’’ wê ji parlametoyê re were pêşkêşkirin
Komîteya Ewlehiyê ya Knesset a Parlamentoya Îsraîlê, pêşniyarnameyeke ku darvekirina girtiyên Filistînî raber dike, erê kir. Pêşniyarname wê roja Çarşemê li parlamentoyê ji bo dengdanê were pêşkêşkirin. -
Di nava 10 salan de li Iraqê 100 rojnamevan hatin kuştin
Navenda Azadî û Mafê Rojnamevaniyê ya Nexîl ragihand ku di nava 10 salên dawî de 100 rojnamevan li Iraqê hatin kuştin. -
Li Îranê 15 sal cezayê girtîgehê mamoste Furug Xusrevî hate birîn
Mamosteya dibistana seretayî Furug Xusrevî ya li bajarê Behbahan ê eyaleta Xozistanê ya Îranê bi îdîaya propagandaya li dijî dewletê û heqareta li ol, bi 15 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. -
Meha Cotmehê li Îranê 48 kes hatin binçavkirin, 22 kes hatin cezakirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Hana ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê meha nava meha derbasbûyî de 48 aktîvîst û welatiyên Kurd hatin binçavkirin û li 22 kesan jî cezayê girtîgehê hate birîn. -
Li Îranê di nava 3 salan de 170 rojnamevan hatin binçavkirin, 21 jî hatin girtin
Dewleta Îranê ji serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve 170 rojnamevan binçav kir û cezayê girtîgehê da 21 rojnamevanan. -
Şera diçe Qesra Spî
Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta veguhêz a Şamê Esad el-Şeybanî ragihand ku Serokkomar Ehmed el-Şera di rojên pêşiya me de wê biçe serdana Qesra Spî û wê rakirina pêkanînan, jinûve avakirina welêt û mijarên têkoşîna li dijî terorê bên nîqaşkirin. -
NY: Li Îranê piştî şerê Îsraîlê zêxt zêde dibin
Komîsyona Lêpirsînê ya têkildarî Îranê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku li Îranê piştî şerê meha Hezîranê yê li gel Îsraîlê zext zêde bûne. -
DYE’yê ji Iraqê xwest ku komên çekdar bixe bin kontrolê
Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya diyar kir ku nabe komên çekdar ji dervey desthilata dewletê kar bikin û got, “Divê komên çekdar bikevin bin kontrolê.” -
Iraqê deriyê sînor ê El Qaim El Bûkemalê girt
Piştî ku li dijî hinek welatiyên Iraqê li nava axa Sûriyeyê êrîş pêk hat, hikumeta Iraqê deriyê sînor ê El Qaim El Bûkemal ê bi Sûriyeyê re ji bo demkî girt. -
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê diçe Şamê
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul ji meha Gulanê dema hatî ser wezîfeyê û vir ve, cara ewilî wê bi fermî serdana Sûriyeyê bike. -
Qubad Talebanî: Pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye
Qubad Talebanî ragihand ku pirsgirêka mûçeyê çareser nebûye û dibe di dawiya salê de heman pirsgirêk rû bidin. -
Li Siwêdayê êrîşî otobusa rêwiyan kirin: 2 kes mirin
Li wîlayeta Siwêda ya li başûrê Sûriyeyê, êrîşî otobusa rêwiyan hate kirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. -
Li Şîrazê 25 sal cezayê hepsê li Roya Sabît hate birîn
Welatiya Bahaî, Roja Sabît a ku li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî dijî li Şîrazê hate binçavkirin. 25 sal cezayê hepsê li Sabît hate birîn. Dadgeha Temyîz a 37’an a Eyaleta Fars cezayê hepsê erê kir û hin pêkanînên din jî ferz kir. -
Sedir wê tevlî hilbijartinên li Iraqê nebe
Lîderê Eniya Sedir a li Iraqê Muqteda El Sedir ragihand ku ew ê tevlî hilbijartinek ku gendelî têde hebe, nebe. -
MOSSAD'ê îdia dike ku Îranê amadekariya êrîşekî mezin li dijî Îsraîlê dike
MOSSAD, îdia kir ku Îranê torekî di asta navneteweyî de ava kiriye û plan dike ku bi hêzekî ku ji 11 hezar kesan pêk tê, êrîşî hedefên Îsraîlê bike. -
Îsraîl li Derayê ber bi pêş ve çû
Hêzên Îsraîl li bejahiya Dera ya li herêma Seyda El Hanût ber bi pêş ve çû û nuqteyeke kontrolê ya demkî ava kir. Leşkerên li nuqteya kontrolê, rêwiyên di rê de derbas dibin kontrol dikin. -
Li Besrayê agir bi depoyeke petrolê ket: Kesek mir, 25 birîndar bûn
Li bajarê Besra yê Iraqê agir bi depoyeke petrolê ket, karkerek jiyana xwe ji dest da û 25 jî birîndar bûne.