ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Hîzbûllah a Iraqê ji bo piştgiriya bi Îranê re seferberî ragihand
Hîzbûllah a Iraqê ragihand ku ji bo parastina Îranê wan seferberî ragihandine û got, "Îsraîl û hêzên tarî ji bo hilweşandina Komara Îslamê ya Îranê bûne yek." -
Time: Li Îranê dibe ku di du rojan de nêzî 30 hezar kes jiyana xwe ji dest dabin
Tê diyarkirin ku bîlançoya protestoyên ku bi hefteyan in dewam dike, pir giran e. Li gorî kovara Time ya navend DYA’yê di bûyerên tundî û zextê yên welet de dibe ku tenê di rojan de nêzî 30 hezar kes jiyana xwe ji dest daye. -
Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê banga xurtkirina piştevaniya Rojava kir
Navenda Lêkolînên Kurdî ya Qahîreyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ- DAÎŞ'ê piştgiriya xwe bi gelê Rojava re anî ziman û banga xurtkirina piştevaniyê kir. -
Ya'alon: 'Hêz, pere û îtibar' ket şûna nirxan; êşa wê jî Kurd dikişînin
Alîkarê berê yê Serokwezîrê Îsraîlê, Wezîrê Parastinê û Serokê Fermandariya Giştî yê berê Moşe Ya'alon Netanyahu û desthilatdariya Trump bi tundî rexne kri û got, "Hêz, pere û îtibar" ketine şûna nirxan û êşa vê jî Kurd dikişînin. -
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê protesto didomin: 5 hezar û 459 kes hatin qetilkirin
Li gorî rapora Ajansa Mafê Mirovan (HRANA) heya niha zêdetirî 5 hezar kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de hatine qetilkirin. -
‘Êrîşên li ser jinan berhemên îdeolojiyeke diyar in’
Aktivîstên jin, ên ku êrîşên bêexlaq ên li ser jinan li Rojava nirxandin, diyar kirin ku êrîş ne bûyereke ferdî ye, rêbazeke sîstematîk e ku ji hêla îdeolojiyê ve tê pêkanîn ku jinan bêparastin bihêle. -
HRANA: Li Îranê di protestoyan de zêdeyî 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan
Ajansa Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku di protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 5 hezar û 137 kes hatin kuştin. -
Ji Kurdên Feylî çalakiya ji bo xwedîderketina li Rojava
Li taxa Fîlîstînê ya Bexdayê Kurdên Feylî li gel welatiyên Ereb çalakiyek ji bo xwedîderketina li berxwedana Rojava lidar xistin. -
Li Bexdayê çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava
Şêniyên Bexdayê ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê li hev kom bûn û diyar kirin ku civak navneteweyî û aliyên pêwendîdar divê ji bo parastina sivîlên li Sûriyeyê bi berpirsyariya xwe ya exlaqî û hiqûqî rabin. -
Ji Iraq û DYE'yê daxuyaniya têkildarî veguhestina çeteyan
Têkildarî veguhestina çeteyên DAÎŞ'ê ji bo Iraqê daxuyanî hatin dayin. Berdevkê hikumeta Iraqê diyar kir ku wê ewlehiya welatê xwe biparêzin. Wezîrê Parastinê yê DYE'yê jî got, çete wê ji bo demekê ji Iraqê re bêne veguhestin. -
Sûdanî çû serdana sînorê Iraq û Sûriyeyê
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo ji nêz de rewşa sînorê navbera Sûriye û Iraqê û tedbîrên hatine girtin bibîne, serdana devera Qayîme ya li parêzgeha Enbarê kir. -
HRANA: Di protestoyên li Îran û Rojhilat de herî kêm 4 hezar û 251 kes hatin qetilkirin
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Emerîka ye (HRANA) têkildarî protestoyên ku 28’ê Kanûna 2025’an li seranserî welêt destpê kirine, raporeke nû weşand. -
Parlamentoya Iraqê bi rojeva ewlehiya sînor dicive
Cîgirê yekem yê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand ku bi tevlîbûna Wezîrê Parastinê û Serokê Dezgeha Ewlehiyê, têkildarî amadebûna hêzên ewlehiya sînorê Sûriyeyê, dê Parlamentoya Iraqê kom bibe. -
Sedr banga 'Meclîsa Ewlekariyê' li eşîran kir
Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Muqteda es Sedr bang li eşîrên li Iraqê kir ku 'Encûmena Ewlekariyê' ava bikin. -
Fermandariya Operasyonên Nînova li sînorê Sûriyeyê amade ye
Fermandariya Operasyonên Nînovayê ragihand ku hêzên wan li ser sînorê Sûriyeyê amade ne û rewşa ewlehiyê aram e. -
Îran cenazeyan di berdêla îmzeyan de radestî malbatên wan dike
Hêzên dewleta Îranê ku li îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi çekan dest li xwepêşandanan werdidin ji bo teslîmkirina cenazeyên xwepêşandêran îmzekirina belgeyeke ji şertên diyarkirî li malbatan ferz dikin. -
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Tehranê ye
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo sedaneke fermî çû paytexta Îran Tehranê. Fuad Hisên wê bi rayedarên Îranê re bûyer û pirsgirêkên li herêmê wê binirxîne. -
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bîlanço giran dibe: Bi deh hezaran binçavkirî
Çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li gel êrişên kujer ên rejîmê di roja 22'emîn de ne. Heta niha bi hezaran kes hatin kuştin, bi deh hezaran mirov jî hatin binçavkirin. -
Dewleta Îranê zarokeke 3 salî qetil kir
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hanayê, rejîma Îranê li Kirmaşanê jineke Kurd binçav kirin û zarokeke 3 salî qetil kirin. -
Nasnameya 4 xwepêşanderên Kurd ên hatin qetilkirin, hate eşkerekirin
Nasnameya çar xwepêşanderên Kurd ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin, hate eşkerekirin. Her wiha hate ragihandin ku 10 xwepêşanderên din ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin. -
Li Rojhilat û Îranê protesto didomin: Bi hezaran çalakvan hatin qetilkirin
Protestoyên li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di roja 21’an de bê navber dewam dikin. Heya niha nêzî 3 hezar xwepêşander hatine qetilkirin, nêzî 3 hezar xwepêşander jî birîndar bûne. -
Nûnerê taybet ê Iraqê Mark Savaya li Hewlêrê ye
Nûnerê Serokê DYE’yê Donald Trump ê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya gihişte bajarê Hewlêrê. -
Serokê Mossadê li Emerîkayê ye: Gelo êrîşên muhtemel ên li dijî Îranê hat taloqkirin?
Serokê Servîsa Îstîxbarata Derve ya Mossadê ya Îsraîlê David Barnea, ji bo hevdîtinên têkildarê pêşketinên li Îranê rû didin, pêk bîne sibeha Înê çû DYE’yê. Li gorî Axios û New York Timesê, êrîşên DYE’yê yên muhtemel ên li dijî Îranê hatiye taloqkirin. -
Federasyona Xaça Sor û Heyva Sor: Li Îranê xebatkarekî me hate kuştin, 5 jî birîndar bûn
Federasyona Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IRFC) ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de xebatkarê wan Emîr Alî Latîfî hatek uştin, 5 xebatkarên wan jî birîndar bûn. -
Bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Îsraîl û Îranê de ‘peywendiyên êrîşnekirinê’ pêk hatiye
Derket holê ku çend roj beriya xwepêşandanên girseyî yên ku di dawiya meha Kanûnê de li Îranê dest pê kirin, têkiliyeke dîplomatîk bi navbeynkariya Rûsyayê di navbera Îsraîl û Îranê de pêk hatiye.