ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Ji Îsraîlê tedbîrên nû yên ji bo berfirehkirina kontrola li ser Şerîa Rojava
Desteya Ewlekariyê ya Îsraîlê ji bo xurtkirina kontrola Îsraîlê ya li ser Şerîa Rojava hin tedbîrên nû erê kir. -
Xalid Mişel: Hemasê wê dev ji çekên xwe bernede
Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hamasê Xalid Mişel diyar kir ku ku Tevgera Hemasê dev ji çekên xwe bernade û desthilatdariya biyanî li Xezayê qebûl nake. -
Dadgeha Bilind a Iraqê ragihand ku çeteyên DAÎŞ’ê werin darizandin
Meclisa Bilind ya Dadgehê ya Iraqê ragihand ku hemû ew çeteyên DAIŞ’ê yên ji Sûriye hatine girtin, li gorî yasayên Iraqê tên dadgehkirin û lêkolînkirina sûcên wan yên li dijî pêkhateyên cuda destpê kiriye. -
Aloziya li Kendavê: Şîrketên Mîrektiyên Ereb ji fuara parastinê ya li Erebistana Siûdî vekişiyan
Hin şîrketên ji Mîrektiyên Erebî yên Yekbûyî (MEY), ji Fuara Parastinê ya Cîhanê ya ku dê di navbera 8–12’ê Sibatê de li Riyadê bê li dar xistin, vekişiyan. -
Gallant: Netanyahu têkildarî bûyerên 7’ê Cotmehê derewan dike
Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant şeva şemiyê di roportaja dayî televîzyona N12 de rexneyên tund li Serokwezîr Binyamin Netanyahu kir. -
Îran: Eger şer were ferzkirin jî em ê dev ji dewlemendkirina uranyumê bernedin
Tevî hatibû ragihandin ku hevdîtina di navbera DYE’yê û Îranê de erênî derbas bûne jî, Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, roja Yekşemê bi daxuyaniyekê got ku Tehran wê dev ji dewlemendkirina uranyumê bernede. -
Lîstikvanên jin ên Îranî piştgirî dan xwepêşandanên şermezarkirinê
Li dijî kuştin û girtina xwepêşandêran a li Îranê du lîstikvanên jin ên Îranî xwe ji Festîvala Fîlman a Fecir vekişandin. -
Li Bexdayê li hemberî baca gumrikê xwepêşandanan destpê kirin
Bazirgan û dikandarên li Bexdayê li hemberî baca gumrikê dikan û bazar girtin û dest bi çalakiyên şermezarkirinê kirin. -
Li Îranê terora îdamê didome: Di rojekê de 13 kes hatin îdamkirin
Rejîma Îranê, cezayê îdamê weke amûreke sîstematîk a zext û çewisandinê bi kar tîne. Li gorî agahiyên ku saziya HRANA’yê ragihandine, rejîma Îranê sibeha şemiyê li girtîgehên bajarên cuda yên welat herî kêm 13 kes îdam kirine. -
Iraqê ragihand ku 2 hezar û 250 endamên DAÎŞê radestî wan hatine kirin
Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saad Maan ragihand ku ji aliyê Sûriyeyê ve 2 hezar û 250 endamên DAÎŞê radestî Iraqê hatine kirin. Hat diyarkirin ku pêvajoya radestkirinê bi koordînasyona koalîsyona navdewletî hatiye meşandin. -
Fîloyek nû ber bi Xezayê ve bi rê dikeve: Ji 100 welatan beşdariya bi hezaran kesî tê hêvî kirin
Fîloya Global Sumud, bi armanca gihandina alîkariya mirovî ji Xezayê re û şikandina dorpêça Îsraîlê, ragihand ku ew ê di dawiya meha adarê de ji lêmanên cihêreng ên Ewropa û Bakurê Afrîkayê bi rê bikevin. -
Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Ummanê ye: Muzakereyên bi DYE’yê re jinûve destpê dikin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi ji bo tura muzakereyê ya nû ku wê têkildarî bernameya nukleer bi DYE’yê re were meşandin, şeva pêncşemê gihişte paytexta Umman, Maskatê. -
Li Îranê û Rojhilat girtin û komkujî dewam dikin
Rêxistina Mafên Mirovan HRANA'yê li ser girtin, binçavkirin û komkujiyên li protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya dawî weşand. -
Çarçoveya Hemahengiyê hişyarî da YNK û PDK'ê
Çarçoveya Hemahengiyê diyar kir ku eger YNK û PDK li ser namzetekî hevpar ê serokkomar li hev nekin, wê fermanê bide parlamenteran ku dengê xwe bidin namzetekî diyarkirî. -
Emerîkayê dubare ji bo mijara Malikî gef li Iraqê xwar
Hate ragihandin ku Emerîkayê careke din hişyarî daye rayedarên Iraqê ku ger Nurî Malikî wek serokwezîr bê hilbijartin, ew ê dahata hinardekirina nefta Iraqê kêm bike û alîkariyên ji bo Iraqê bide sekinandin. -
HRANA: Li Îranê di 38 rojan de herî kêm 6 hezar û 443 kes hatin qetilkirin
Li gorî rapora dawî ya Human Rights Activists News Agency’nin (HRANA) de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bîlançoya protestoyên li dijî krîza aborî, bêedaletî û zextan giran bûye. -
Netanyahu: Piştî şer ti rola Rêveberiya Fîlîstînê li Xezeyê namîne
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi nûnerê taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê DYE’yê Donald Trump, Steve Witkoff re li Qudsê hevdîtin kir û ragihand ku pişti şer Rêveberiya Fîlîstînê “bi ti rengî” di rêveberiya Xezeyê de cih nagire. -
Hevdîtinên DYE û Îranê wê li Ûmmanê bêne kirin ne li Tirkiyeyê
Tê payin ku hevdîtinên li ser nukleerê yên navbera DYE û Îranê, di 6'ê Sibatê de li paytexta Ûmman Maskatê bêne lidarxistin. -
Malikî: Tu encam ji hevdîtina bi YNK û PDK’ê re derneket
Namzetê erka Serokwezîrtiya Iraqê Nûrî Malikî diyar kir ku namzetiya xwe paşve nakişîne û got: “Tirkiye, Qeter û Sûriye destwerdanê li karûbarê Iraqê dikin. Ti encam ji civîna Çarçoveya Hemahengî ya bi PDK û YNK’ê re derneket.” -
DYA’yê li Deryaya Omanê balafireke bêmirov a Îranê xist
DYA’yê, li Deryaya Omanê balafireke bêmirov a Îranê ya ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê dibû xist. -
Talîbanê koletî û ‘sîstema kastê’ zagonî kir
Rêveberiya Talîbanê, bi zagona cezayê ya nû ya Afganîstanê ku di 4’ê Rêbendanê de bi bêdengî xist meriyetê, û sîstemeke ku civakê dabeşî çînan dike fermî kir. -
Iraqê li ser peymana navbera QSD û Şamê daxuyanî da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew peymana navbera QSD'ê û Hikumeta Şamê ya Demkî bi kêfxweşî pêşwazî dikin. -
Bîlançoya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) bîlançoya 37 rojan a destwerdana li xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê parve kir. -
Li Bexdayê teqîna mezin
Li herêma Dora ya Bexdayê teqîneke mezin rû da. Sedema teqînê nayê zanîn. Ji ber teqînê tiştek bi kesî nehat. -
Îran xwe ji danûstandinên bi DYE'yê re amade dike
Îran di mijara bernameya nukleerî de xwe ji danûstandinên yekser ên bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re amade dike.