ROJHILATA NAVÎN
Hemû Nûçe
-
Îranê cezayê darvekirinê li ciwanê 19 salî birî
Di demekî de ku rayedarên dewleta Îranê îdia dikin ku ew cezayê darvekirinê li xwepêşanderan nabirin, Dadgeha Tehranê cezayê darvekirinê li ciwanek 19 salî ku tevlî xwepêşandanan bibû, birî. -
Kampanyaya ji Darvekirinê re Na: Li Îranê di 16 rojan de zêdeyî 300 kes hatin darvekirin
Kampanyaya Sêşemên ji Darvekirinê re Na ragihand ku ji serê meha Sibatê ve zêdetirî 300 girtî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine darvekirin. -
Sendîkaya Mamosteyan a Îranê ji bo şînê û boykotê bang kir
Sendîkaya Mamosteyan a Îranê ji bo mamoste û xwendekarên ku di xwepêşandanan de hatin kuştin şîn ragihand û bang kir ku roja Çarşemê dibistan bêne boykotkirin. -
Çeteyên DAÎŞ'ê yên li Iraqê li sûcên xwe yên li dijî Êzidiyan mikur hatin
Berpirsyarê Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê Saed Mean diyar kir ku girtiyên DAÎŞ'î yên ji Sûriyeyê hatin veguhestin, di îfadeyên xwe yên destpêkê de li sûcên li dijî Êzidiyan mikur hatin. -
Hate angaştkirin ku Îsraîlê li Libnan, Sûriye û Filîstînê herbisîd bi kar aniye
Tê angaştkirin ku Îsraîl di hefteyên dawî de li Libnan, Sûriye û Filîstînê li ser hinek zeviyên çandiniyê ji hewayê re herbisîd reşandiye. Hat diyarkirin ku ev sepandin hem ziyanê dide hilberîna çandiniyê hem jî ziyaneke mezin dide jîngehê. -
Komîsera YE’yê wê beşdarî civîna 'Konseya Aştiyê' ya Trump bibe
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku berpirsiyara Deryaya Spî ya Komîsyona Ewropayê Dubravka Suica, wê beşdarî civîna vekirina "Konseya Aştiyê" ya Donald Trump ku vê hefteyê li Washington D.C. tê lidarxistin, bibe. -
Îran li Tengava Hurmizê tetbîqata leşkerî pêk anî
Mûhafizên Şoreşê yên Artîşa Komara Îslamî ya Îranê beriya hevdîtina bi DYE’yê re ya li Cenevre, li Tengava Hurmizê tetbîqateke leşkerî pêk anî. -
Iraq 2 deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re vedike
Serokê îdareya Deriyên Sînor a Iraqê ragihand ku deriyên sînor ên bi Sûriyeyê re yên El Welîd û Rabîa wê bêne vekirin. -
Li Iraqê 2 çeteyên DAÎŞ'ê hatin girtin
Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya Iraqê ragihand ku 2 çeteyên DAÎŞ'ê li Enbarê hatin girtin. -
Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ji Girtîgeha Zencanê hatin sirgûnkirin
Mostafa Nîlî diyar kir ku muwekîla wî Nêrgiz Mihemedî ji Girtîgeha Meşhedê ber bi Girtîgeha Zencanê ve hate sirgûnkirin. -
HRANA: Dewleta Îranê 54 hezar xwepêşandêr binçav kir
HRANA'yê ragihand ku ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve li Îranê û Rojhilatê Kurdsitanê nêzî 54 hezar xwepêşandêr hatin binçavkirin. -
HRANA: Li Îranê di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin qetilkirin
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de di nava 46 rojî de herî kêm 6 hezar û 506 kes hatin kuştin. -
Li Iraqê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Li navçeya Felûce ya Enbarê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin. -
Iraqê nerazîbûnên xwe nîşanî gotinên Hakan Fîdan da
Wezareta Karên Derve ya Iraqê, li hemberî daxuyaniya Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a di 9'ê Sibatê de nerazîbûna xwe nîşan da û Sefîrê Enqereyê li Bexdayê Anil Bora vexwend wezaretê û diyar kir ku ev daxuyanî zirarê dide têkiliyên her du welatan. -
Îranê bi rêya zarokan gef li malbatan xwar ku tevlî meşê bibin
Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê gef li malbatên wan zarokan xwar, ku di xwepêşandanên şermezarkirinê de hatibûn binçavkirin. Di gefxwarinê de hate gotin, eger tevlî meşa îro nebin wê zarokên wan bernedin. -
Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bîlanço giran dibe
HRANA'yê ragihand ku hejmara mirovên di çalakiyên şermezarkirinê de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin nêzî 7 hezar kesî bûye û nêzî 53 hezar kes jî hatin binçavkirin. -
DYE'yê zêdeyî 4.500 DAÎŞ'î derbasî Iraqê kir
Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) zêdeyî 4.580 DAÎŞ'iyên li Sûriyeyê girtî bûn veguhest Iraqê. Hate îdîakirin ku operasyona meha Çileyê destpê kir, bi armanca pêşîgirtina li reva gengaz hatiye kirin. -
HRANA: Li Îranê 52 hezar kes binçavkirî ne
Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ragihand ku heta niha li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de nêzî 52 hezar kes hatin binçavkirin. -
Keça Sedam Hisên û Şara bi rengekî veşartî hevdîtin kirin: Planên xeternak
Keça Sedam Hisên Raghad Sedam Hisên û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şera li Şamê bi rengekî veşartî hevdîtin kirin. -
Parêzerên Kurd û Îranî: Êşkenceyên li dijî girtiyan zêde dibin
48 parêzerên Kurd û Îranî têkildarî berdewamiya binpêkirinên dewleta Îranê, daxuyaniyek da û hişyarî kir. -
Sendîkaya mamosteyan: Li Îranê 200 xwendekar hatin kuştin
Encûmena Hemahengiya Sendîkaya Mamosteyên Îranê ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de 200 xwendekar hatin qetilkirin. -
Li Îranê li dijî ‘muxalefeta navxweyî’ operasyon: Navên nêzîkî Pezeşkiyan hatin binçavkirin
Li Îranê hêzên ewlehiyê li dijî kesayatên ‘reformîst’ ku nêzî Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan in, operasyoneke berfireh dan destpêkirin. -
Îsraîlê berpirsê ‘Koma Îslamî’ girt
Hêzên Îsraîlê li bajarokê Hebariyê yê li başûrê Lubnanê berpirsê ‘Koma Îslamî’ girt. -
Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî hate binçavkirin
Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî bi hinceta ku "Li dijî destûra bingehîn helwest nîşan daye" li Îranê hate binçavkirin. -
Cenazeyên 50 xwepêşandêrên jin ên li Îranê hatin qetilkirin li Navenda Tipa Edlî ne!
Hate ragihandin ku cenazeyên herî kêm 50 xwepêşandêrên jin ên li Îranê hatin qetilkirin û nasnameya wan nehatiye eşkerekirin li Navenda Tipa Eldî ya Kehrîzê ne.