Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Moşe Bog’ Ya’alon, daxuyanî da. Ya’alon bal kişand ser rewşa Rojava û destnîşan kir ku polîtîkayên Washington û Qudsê yên li ser bingeha hêz, pere û rûmetê xisarek mezin daye Kurdan û ewlehiya Îsraîlê.
Ya’alon di daxuyaniya xwe de anî ziman ku rêveberiya Trump nirxên lîberal ên wekî edalet û azadiyê binpê kirine. Ya’alon wiha got: “Îro Kurdên li Rojava bedela vê guherîna radîkal bi canê xwe didin. Rêveberiya Trump ew di nav lepên komkujî, destdirêjî û revandina jinan de terikandin. Gava mijar dibe ‘hêz, pere û rûmet’, şansê Kurdan li hemberî hêzên cîhadî yên Ehmed El-Şerî ku ji aliyê Tirkiye û Qetarê ve tên piştgirîkirin, namîne.”
Her wiha Ya’alon destnîşan kir ku sê cîgirên Netenyahu ji aliyê Qetarê ve tê fînansekirin, ev ewlehiya Îsraîlê dixe bin metirsiyê û ji ber vê yekê demildest hikûmeta Netenyahu bê guhertin.