Xalid Mişel: Hemasê wê dev ji çekên xwe bernede
Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hamasê Xalid Mişel diyar kir ku ku Tevgera Hemasê dev ji çekên xwe bernade û desthilatdariya biyanî li Xezayê qebûl nake.
Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hamasê Xalid Mişel diyar kir ku ku Tevgera Hemasê dev ji çekên xwe bernade û desthilatdariya biyanî li Xezayê qebûl nake.
Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Xalid Mişel da zanîn ku tevger dev ji çekên xwe bernade. Mişel got ev helwesta tevgerê piştî destpêkirina qonaxa 2'emîn a peymana agirbestê tê, ku çekberdana Hemasê û avakirina komîteyek navneteweyî ji bo birêvebirina Şerîda Xezayê destnîşan dike. Mişel got: " Krîmînalîzekirina berxwedanê, çekên wê û kesên ku berxwedan pêk anîne tiştek e ku divê em qebûl nekin."
Mişel destnîşan kir ku divê Filistînî xwe bi xwe bi rê ve bibin û diyar kir ku "Xeza ya gelê Xezayê ye û Filistîn jî ya gelê Filistînê ye. Em desthilatdariya biyanî qebûl nakin". Mişel bang li Konseya Aştiyê ya Navneteweyî kir ku rêbazek hevseng bipejirîne.
Helwesta Mişel di demekê de tê ku Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi israr daxwaza bêçekkirina Hamasê û veguherandina Xezayê bo herêmeke bêçek dikin. Di heman demê de texmînên Îsraîlî nîşan didin ku hîn jî nêzîkî 20 hezar çekdarên tevgerê hene, nêzîkî 60 hezar çekên kalaşnîkov di destê wan de ne.