Wezîrê Karên Derve yê Iraqê li Tehranê ye
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo sedaneke fermî çû paytexta Îran Tehranê. Fuad Hisên wê bi rayedarên Îranê re bûyer û pirsgirêkên li herêmê wê binirxîne.
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên ji bo sedaneke fermî çû paytexta Îran Tehranê. Fuad Hisên wê bi rayedarên Îranê re bûyer û pirsgirêkên li herêmê wê binirxîne.
Medya fermî ya Iraqê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên vê sibehê serdana Tehranê kir.
Hate ragihandin ku Fuad Hisên wê bi Serokkomarê îranê Mesûd Pizîşkiyan, Serokê Parlamenta Îranê Mûhammed Bakir Kalîbaf, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqkçî, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî û hin rayedarên din ên Îranê re hevdîtinan bike.
Hate gotin, rojeva esasî ya hevdîtinan têkiliyên navbera herdu welatan û bûyerên li herêmê ye.