Wezîrê Îsraîlî Smotrich dixwaze Fîlîstînî bêne koçberkirin!

Wezîrê Maliyeyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich ê rastgirê tund îdîa kir ku li Şerîa Rojava û Xeze ya dagirkirî, divê Fîlîstînî ji bo koçkirinê bêne teşwîqkirin.

Smotrich di civîna partiya xwe Dînî Siyonîzmê de axivî û got, "Em ê fikrê li ser dewleta terorê ya Ereb ji holê rakin."

Smotrich diyar kir ku Peymanên Osloyê yên salên 1990'î hatin îmzekirin wê bi fermî û pratîkî bêne betalkirin û îdîa kir ku li Şerîa Rojava (Di kevneşopiya Yahûdî de 'Yehûda û Samarya' ye) û li Xezeyê, teşwîka ji bo koçberkirinê "yekane çareseriya demdirêj e."

Smotrich anî ziman ku ev gav rêya bicihanîna "serweriya" Îsraîlê ya li ser herêmên navborî ye.

Hikumeta Îsraîlê hefteyên dawî ji bo zêdekirina kontrola xwe ya li ser Şerîa Rojava ku ji sala 1967'an û vir ve dagir kiriye, hin gav avêtibû.

Di nava van gavan de hin pêkanînên li ser hin qadên di bin kontrola Rêveberiya Fîlîstînê de jî hene.

Daxuyaniyên Smotrich di demeke welê de ketin rojevê ku raya giştî ya navneteweyî ji ber desteserkirina Şerîa Rojava û koça bi zorê ya Fîlîstîniyan di nava fikaran de ye.

85 welatên endamê Neteweyên Yekbûyî gavên nû yên Îsraîlê yên ji bo berfirehkirina hebûna xwe ya li Şerîa Rojava bi belavokeke hevpar bi tundî şermezar kirin.