Wê Tirkiye tevlî peymana parastinê ya Siûdî Erebistan-Pakistanê neyê kirin
Çavkaniyeke nêzî artêşa Siûdî Erebistanê ragihand ku Tirkiye wê tevlî peymana parastinê ya navbera Siûdî Erebistan û Pakistanê nebe.
Çavkaniyeke nêzî artêşa Siûdî Erebistanê ragihand ku Tirkiye wê tevlî peymana parastinê ya navbera Siûdî Erebistan û Pakistanê nebe.
Çavkanî ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku ev peyman navbera Pakistan û Siûdî Erebistanê dualî ye û wê bi vî rengî bimîne.
Rayedarekî ji Kendavê jî agahiya navborî piştrast kir û got, her çendî ku bi Tirkiyeyê re di qada parastinê de peymanên cuda hebin jî, wê peymana bi Pakistanê re hatî îmzekirin neyê berfirehkirin.
Peymana parastinê ya stratejîk 17’ê Îlonê navbera Pakistan û Siûdî Erebistanê hate îmzekirin.