Vance: Êrîşa li ser Îranê rê li ber şerekî demdirêj venake

Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) JD Vance diyar kir ku êrîşeke leşkerî ya muhtemel a li dijî Îranê rê li ber şerekî demdirêj venake.

Vance di hevpeyvîneke li gel Washington Postê de got, “Ne pêkan e ku em li Rojhilata Navîn tevlî şerekî ku dê bi salan bidome û dawî wê neyê bibin.”

Vance da zanîn ku ew çareseriyek dîplomatîk esas digirin û got, “Em hemû vebijêrka dîplomatîk tercîh dikin.” Vance, her wiha da zanîn ku pêvajo girêdayî helwest û gotina Îranê ye.

Daxuyaniyên Vance, di demeke ku li Swîsreyê li gel Îranê hevdîtin tên kirin de, hat dayîn.

Li gorî ku Axiosê ragihandiye, Fermandarê Hêzên Navendî ya DYE’yê Brad Cooper, roja Pêncşemê têkildarê vebijarkên leşkerî yên muhtemel ên li dijî Îranê Donald Trump agahdar kir.

Hat ragihandin ku ji krîza ku di Kanûnê de dest pê kir û vir ve, cara ewil e agahdariyek bi vî rengî tê kirin. Hat gotin ku Serfermandarê Giştî Dan Caine jî tevlî civînê bûye.

Rêveberiya Trump li Cenevreyê bi navbeynkariya Ummanê, cara sêyemîn e bi Îranê re hevdîtin pêk tîne. Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, diyar kir ku heta niha cara ewil e ku bi Emarîkayiyan re ewqas zêde hevdîtin kirine.

Tê payîn ku piştî hevdîtinan Wezîrê Karûbarên Derve yê Ummanê Bedr al-Busaidî roja Înê biçe Washington û li gel JD Vance û rayedarên payebilind re hevdîtinê bike.