Tevgera Nuceba ya Iraqê jî tevlî şer dibe!
Tevgera Nuceba ya Iraqê ragihand ku ewê tev lî şerê Îranê yê li dijî Emerîka û Îsraîlê bibin.
Tevgera Nuceba ya Iraqê ragihand ku ewê tev lî şerê Îranê yê li dijî Emerîka û Îsraîlê bibin.
Şerê di navbera Îsraîl-Emerîka û Îranê de ku danê siharê destpê kiriye, her ku diçe li herêmê berfireh dibe. Bi taybet jî hêdî hêdî bandora şer li ser Iraqê çêdibe.
Piştî Hizbullaha Iraqê, Tevgera Nuceba ya Iraqê jî ragihand ku ew ê tevlî şerê li dijî Emerîka-Îsraîlê bibin.
Yek ji fermandarên leşkerî yê Tevgera Nuceba ya çekdarî ya Iraqê Ebdulqadir Kerbelayî, ragihand ku ew ê tevlî şerê li dijî Emerîka û Îsraîlê bibin.
Herwiha platformên nêzî Tevgera Nuceba jî dibêjin ewê bikevin nava şer û gefa berfirehkirina şer a li qada Iraqê dixwin.