Televîzyona dewletê ya Îranê kuştina Alî Xamaney piştrast kir
Medya dewletê ya Îranê kuştina lîderê olî Alî Xamaney piştrast kir. Li welêt ji bo 40 rojî şîn hate ragihandin.
Medya dewletê ya Îranê kuştina lîderê olî Alî Xamaney piştrast kir. Li welêt ji bo 40 rojî şîn hate ragihandin.
Daxuyaniyên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu yên têkildarî kuştina Ayetûllah Alî Xamaney ji aliyê medya dewletê ya Îranê ve jî hate piştrastkirin.
Di nûçeya televîzyona dewletê de hate ragihandin ku Ayetûllah Alî Xamaney roja Şemiyê serê sibehê li ofîsa xwe hate kuştin. Li welêt ji bo 40 rojî şîn û ji bo 7 rojan jî betlaneya fermî hate ragihandin.
Hatibû îdîakirin ku Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan jî di êrişên DYE-Îsraîlê de hatiye kuştin. Lê belê heta niha ne DYE, ne Îsraîlê ne jî rêveberiya Tehranê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Pezeşkiyan daxuyanî dane.
Serokê DYE'yê Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku "yek ji mirovên herî nebaş ê dîrokê" Xamaney hatiye kuştin.