Sewkiyata leşkerî ya DYA’yê bo Rojhilatê Deryaya Spî: Gerald Ford li beravên Girîtê ye
Li gorî dîmenên ku ajansa Reutersê parve kirine, keştiya herî mezin a balafiran a DYA’yê Gerald Ford, gihîşt beravên Girîtê.
Li gorî dîmenên ku ajansa Reutersê parve kirine, keştiya herî mezin a balafiran a DYA’yê Gerald Ford, gihîşt beravên Girîtê.
Rêveberiya Washingtonê, di çarçoveya zêdekirina zextên leşkerî yên li ser Îranê de, biryara bi cihkirina keştiya balafiran li Deryaya Spî girt. Ev gava ku di serdemeke wiha de hat avêtin ku Serokê DYA’yê Donald Trump sînyalên destwerdana gengaz a li ser Îranê dide, rageşiya li herêmê zêdetir kir. Li gorî Reutersê, keştiya balafiran Gerald Ford gihîşt beravên Girîtê.
Ji aliyê din ve, Wezareta Karên Derve ya DYAyê ji ber fikarên ewlehiyê ferman da ku karmendên ne mecbûrî û malbatên wan ên li Balyozxaneya Beyrûtê welat biterikînin. Rayedaran diyar kir ku balyozxane xebatên xwe didomîne, lê ev gav wekî tevdîreke demkî û îhtiyatî hatiye avêtin.
Di çarçoveya heman rageşiyê de, Hindistanê jî bang li welatiyên xwe kir ku Îranê biterikînin. Balyozxaneya Hindistanê ya li Tehranê ji ber rewşa ewlehiyê ya heyî, ji welatiyên xwe xwest ku bi derfetên heyî û bi geştên asmanî yên bazirganî ji welat derkevin. Tê gotin ku li Îranê nêzî 10 hezar welatiyên Hindistanê hene.
Îranê jî ragihand ku her êrişeke leşkerî ya ji aliyê DYA’yê ve, her çend sînordar be jî, wê wekî êrîş bê hesibandin û bi tundî bersiv bidin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî, bersiv da gotinên Donald Trump ên ku gotibû "Heke Îran peymana nukleerî îmze neke, em dikarin êrîşeke sînordar binirxînin" û wiha got: "Tiştek bi navê êrîşa sînordar nîn e. Her êrîş, êrîş e û em ê di çarçoveya mafê xwe yê xweparastina rewa de bersivê bidin."