Serokwezîrê Iraqê bi Balyozê Tirkiyeyê re civiya
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Bexdayê bi balyozê dewleta Tirk ê Iraqê re civiya.
Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li Bexdayê bi balyozê dewleta Tirk ê Iraqê re civiya.
Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku îro serokwezîrê demkî yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, li Bexdayê bi balyozê dewleta Tirk ê Iraqê Anil Bora Înan re civiyaye.
Li gorî ofîsê di civînê de behsa peywendiyên Tirkiye û Iraqê hatiye kirin.
Her wiha hate gotin ku di civînê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diyar kiriye ku hewldanên Iraqê yên ji bo wergirtina çeteyên DAÎŞ’ê, li gorî berjewendiya welat tê kirin.
Sudanî di civînê de ji welatên cîhanê xwest ku berpirsyartiyên xwe yên qanunî bicih bînin û welatiyên xwe yên di nava DAÎŞ’ê de werbigirin.