Serokkomariya Iraqê êrişên DYE û Îsraîlê şermezar kir
Serokkomariya Iraqê êrişên li ser Îranê û çalakiyên li hemberî bajarên Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi vî rengî ne yên qebûlkirinê ne.
Serokkomariya Iraqê êrişên li ser Îranê û çalakiyên li hemberî bajarên Iraqê şermezar kir û ragihand ku êrişên bi vî rengî ne yên qebûlkirinê ne.
Şerê di navbera Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de di roja xwe ya duyemîn de dewam dikin. Piştî ku lîderê olî yê Komara Îslamî Alî Xamaney hate kuştin, şer her ku diçe berfirehtir dibe.
Serokkomariya Iraqê derbarê êrişên ser Îran û êrişên ji aliyê DYE û Îsraîlê ve li ser hinek bajarên Iraqê jî daxuyaniyek belav kir.
Serokkomariya Iraqê ewil êrişên li ser Îranê şermezar kir û hate gotin; “Em bi tundî êrişên li ser hinek bajarên Iraqê hatine kirin jî şermezar dikin. Binpêkirina serweriya qada hewayî ya Iraqê, binpêkirina yasa û pîvanên navnetewiye, di heman demê de binpêkirina ewlekarî û serweriya welatane.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Di egera dewamkirina van êrişan de, wê emcaêm cidî yên mirovî û ewlehî çêbibin. Em bang li civaka navnetewî, bi taybet rêxistinên herêmê û navnetewî dikin ku ji bo rawestandina şer pêngavên cidî bavêjin.”