Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî hate binçavkirin

Seroka Eniya Reformê Azer Mansurî bi hinceta ku "Li dijî destûra bingehîn helwest nîşan daye" li Îranê hate binçavkirin.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Îranê de hatiye parvekirin; rayedaran bi îdiaya “helwesta li dijî destûra bingehîn” der heqê Mansurî de lêpirsîn daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de hatiye binçavkirin.

Artêşa Muhafizên Şoreşê, Serokê Komîteya Siyasî ya Eniya Reformê Îbrahîm Asgerzade û ji endamên esil ê eniyê Muhsen Emînzade jî ji heman dosyayê binçav kir. Rayedaran, îdiaya “xebatên li dijî destûra bingehîn û propagandaya dijmin” weke hinceta binçavkirinê nîşan dan.

Azer Mansurî piştî îstîfaya lîderê Eniya Reformê Behzad Nebevî bûbû seroka giştî yê eniyê.