Senatorê DYE’yî Graham: Biryara têkildarî Îranê hatiye standin

Senatorê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) yê Komarparêz Lindsey Graham anî ziman ku biryara têkildarî Îranê ‘’jixwe hatiye standin.’’

Senatorê DYE’yî Graham ji Sky News Arabiayê re axivî, bal kişand ser leşkerên ku DYE’yê şandine herêmê û got: ‘’Ev keştî di vê serdema salê de ne ji ber xweşiya hewayê hatine vir.’’

Graham diyar kir ku li hemberî Îranê mudaxeleya leşkerî hewce ye û ev yek anîn ziman: ‘’Hewcehiya me bi mudaxeleyeke leşkerî ya li dijî Îranê heye. Em ê bi awayekî rewşê biguherînin. Alîkarî di rê de ye û wê ji bo gelê gelê Îranê bibe rastî.’’

Tê diyarkirin ku a niha 13 keştiyên balafiran ên DYE’yê li herêmê ne.

USS Gerald R. Ford jî ku yek ji mezintirîn keştiya balafiran e, ji Okyanûsa Atlantîkê ber bi Kendavê ve diçe.

Hate ragihandin ku keştî li gel sê destroyeran ji herêmê re hatiye sewqkirin. Her wiha karkirina du keştiyên balafiran a li Rojhilata Navîn weke rewşeke derasayî tê nirxandin.

Her wiha DYE’yê  balafirên şer ên weke F-22 Raptor, F-15 û F-16’an û balafirên dabînkirina sotemeniyê yên KC-135 li herêmê bi cih kirine. Tê ragihandin ku balafirên çavdêriya radarê û balafirên kargoya leşkerî jî li herêmê çalak in.

UAEA: DERIYÊ DÎPLOMASIYÊ TÊ GIRTIN

Dîrektorê Giştî yê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Rafael Grossi jî ji Blombergê re axivî û got ku ji bo Îranê ‘’deriyên dîplomasiyê tên girtin.’’ Grossi diyar kir ku ji bo ku Tehran bi DYE’yê re li hev bike, gelekî kêm wext maye.

RÛSYA: RAGEŞIYEKE ECÊB HEYE

Her wiha Kremlinê li gel bicihbûna leşkerên DYE’yê ya li Rojhilata Navîn diyar kir ku li derdora Îranê ‘’rageşiyeke pir ecêb’’ heye.  Li gorî Reutersê Moskovayê banga xwînsariyê li aliyan kiriye.

Her wiha Kremlinê diyar kir ku operasyona li ser behrê ya di navbera Îran û Rûsyayê de hate lidarxistin, gelekî beriya krîza heyî hatibû plankirin.