Konseya Ewlehiyê ya NY’ê bi rojeva Rojhilata Navîn bi lez dicive

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û pêngavên bersivdanê yên Tehranê, biryar da ku civînek bi lez li dar bixe. Nûnertiyên daîmî yên pênc welatan daxwaza civînê kirin.

Piştî êrîşên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivadana Tehranê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî wê civînek lez li dar bixe.

Li gorî daxuyaniya Nûnerê Daîmî yê NY’ê Rûsyayê civîna bi lez ji hêla nûnertiyên daîmî yên Fransa, Behreyn, Çîn, Rûsya û Kolombiyayê ve hatiye xwestin.

Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hat destnîşankirin ku civîn wê li gorî saeta herêmî di saet 16:00’an (21:00 GMT) dest pê bike û wê "rewşa li Rojhilata Navîn" bê nîqaşkirin.