Şefê Buroya NHK'ê li Tehranê hat girtin
Şefê Buroya Îranê ya saziya Japonyayê Nippon Hōsō Kyōkai (NHK) Shinnosuke Kawashima, di 20'ê Çileyê de dema ku xwepêşandanan dişopand hat binçavkirin. Kawashima birin Girtîgeha Evînê.
Şefê Buroya Îranê ya saziya Japonyayê Nippon Hōsō Kyōkai (NHK) Shinnosuke Kawashima, di 20'ê Çileyê de dema ku xwepêşandanan dişopand hat binçavkirin. Kawashima birin Girtîgeha Evînê.
Hat hînbûn ku Şefê Buroya NHK'ê Shinnosuke Kawashima di 20'ê Çileyê de dema ku xwepêşandanan dişopand hat binçavkirin.
Rejîma Îranê der barê binçavkirina Kawashima de daxuyaniyek fermî nedaye.
Li gorî Radyoya Farda, Kawashima di 23'yê Sibatê de veguhastine Qawîşa 7'an a Girtîgeha Evînê ku girtiyên siyasî lê ne.
TOKYOYÊ DAXUYANÎ DA
Berdevkê hikûmeta Japonyayê Masano Osaki li Tokyoyê ji rojnamevanan re got ku welatiyekî Japonî di 20'ê Çileyê de li Tehranê hatiye binçavkirin û got: "Piştî wergirtina nûçeya binçavkirinê, hikûmeta Japonyayê bi aliyê Îranî re têkilî daniye û bi tundî daxwaza serbestberdana wî kesî kiriye."