Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, Hêzên Hewayî yên DYE’yê di çarçoveya bicihkirina leşkerên li Rojhilata Navîn de 12 balafirên F-22 şandin Îsraîlê. Di raporê de hat diyarkirin ku F-22 xwedî kapasîteya "pergalên parastina hewayî û radarên dijmin bêbandor bikin" in.
Berê hatibû ragihandin ku 12 balafirên F-22 ku ji Balafiregeha Baregeha Langley-Eustis li Virginia ya DYE’yê rabûn, bi şeş koman Atlantîkê derbas kirin û gihîştin Baregeha Lakenheath RAF a Îngilîstanê. Hat daxuyandin ku balafir ji vir derbasî Îsraîlê bûne.
Di raporê de hat îdîakirin ku armanca bicihkirinê ew e ku li dijî êrîşên fuzeyan asta amadekariya Îsraîlê zêde bike.