Îran û DYE li ser ‘rêgezên rê nîşan didin’ li hev kirin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ragihand ku Îran û DYE di hevdîtinên li Swîsreyê de li ser “hin rêzê rêgezên rê nîşan didin’ li hev kirine.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî ragihand ku Îran û DYE di hevdîtinên li Swîsreyê de li ser “hin rêzê rêgezên rê nîşan didin’ li hev kirine.
Arakçî di televîzyona dewletê de axivî û got, "Me li ser rêgezên bingehîn ên ku em ê li ser wan pêşve biçin û dest bi xebata li ser metna peymanek potansiyel bikin, lihevkirinek berfireh bi dest xistiye."
Arakçî diyar kir ku tûra dawî ya hevdîtinan li gorî hevdîtinên ku di 6’ê Sibatê de li Omanê hatine lidarxistin "avakertir bû” û anî ziman ku her du alî wê li ser pêşnûmeya metnan xebata xwe bidomînin û piştre wê ji bo tûra sêyemîn a hevdîtinan dîrokek were destnîşankirin.